AMÛDÊ –
Artêşa Tirk 10’ê Sibatê li dijî qada Gerila ya Garê qaşo operasyona dagirkirinê da destpêkirin.
Lê demeke kurt de gerilla kontrola şer girt destê xwe û artêşa Tirk binkeftineke dîrokî ve mecbûr ma ku paş ve bikişe.
Li ser vê li seranserê Kurdistanê gelê Kurd berxwedana Garê pîroz kirin.
Îro jî li bajarê Amûdê bi pêşengtiya ciwanên şoreşger û jinên ciwan şahiyek ji bo serkeftina Garê hat lidarxistin
Şahî li navenda ciwanan ya bajarê Amûdê despêkir û bidehan gelê Amûdê beşdarî şahiyê bûn.
Şahiyê de alê PKK’ê hatin daliqandin û sloganên “Bijî berxwedana Garê” û “Bijî Serok Apo” hate avêtin.