NAVENDA NÛÇEYAN – Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li ser çalakiyên ku li dar xistine daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û xwedîderketina li çalakiya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ev çalakî hatine lidarxistin.”
Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin:
“11’ê Sibatê li taxa Saglikê ya Êlihê trafoyekî elektrîkê ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
18’ê Sibatê li Florya ya Stenbolê polîsên TC ên faşîst ku xwe weke yên nedîtî pênase dikin, piştî şopandineke demdirêj bi teqemenî û molotfan çalakî hate lidarxistin. Xisareke mezin li wesayita polîsan bû û yek ji faşîstên di wesayitê de hate kuştin, yên mayî jî birîndar bûn.
19’ê Sibatê li Stenbol Kuçukçekmeceyê 2 wesayitên faşîstên AKP-MHP’î ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
19’ê Sibatê li Kocaelî-Gebzeyê febrîqeyeke derman a karsazekî AKP’î hate şewitandin. Bi milyonan lîreyê Tirk xisar li febrîqeyê bû.
20’ê Sibatê li Sakarya-Sapancayê maleke ku lê fûhûş û bazirganiya narkotîkê dihate kirin hate şewitandin.”