DIRBESÎYÊ –
Di roja Zimanê Dayîke de me wek Ajansa Nûçe Ciwan li Bajarê Dirbesiyê de nêrîna ciwan û gel girt.
Ciwanê ku bi navê Ocalan yê ku medresa Şehîd Ebdurahman El Husnî : “Zimanê dayikê ji bo me xewnek bû, ev xewn îro ji bo me rastî bû. Em wek gulekî tî û birçîyê zimanê dayîkê bûn. Naha xebatên bi nirx çêdibin, ev jî me kêfxweş dike.”
Arya Azadîn Şêxmûs Jî diyar kir ku: “Ziman di her netew û civaakê de hêmana sereke ye û kesayeta mirov û ya wê civakê ye. Zimanê kurdî êdî hemû Cihanê de hatiye naskirin. Eger em zimanê xwe xwedî dernekevin yê kesayeta me tune bibe û emê bikevin di bin deshilatdariyê. Rêber Apo dibêje yê li ku zimanê wî hatibe kelepçekirin, hiş û mêjiyê wî jî hatiye kelepçe kirin. Ji ber vê divê Kurd xwediyê zimanê xwe derbikevin.”
Mamosta zimanê Kurdî jî wiha got: “ Me ji bo var rojan gelek bedel û şehîd dan. Dijminên hov nedixwesin Kurd bi zimanê xwe biaxivin û bijîn. Ez wek mamosta zimanê Kurdî dixwazim ku ciwanên me him bi pênûsa xwe him bi çeka xwe zimanê xwe biparêzin.”
Rêvebirê Dibistana Abdurahman Hesî jî got ku:
21’ê meha 2 ‘ya rojbûna zimanê dayîkê ye. Zimanê me xedexe bû niha em zimanê xwe dibistan û saziyên xwe de bikar tînin. Dema Şoreşa Surî destpêkir heta niha ve ev rewş heye. Ev jî bi xwîna pakrewan û şehîdan pêk hat. Em îro wek miletê kurd zimanê xwe diaxivin û dixwînin êv tişt ji bo me tiştekî serkeftî ye.”