şehîd: nemir e wek çiya
weke berf û weke dar
wek gulebax û wek bihar
şehîd av e
tîna zeviyê dişkêne
tilî û dest e
êşa axê dihejîne…
Ez dayîka mirovahiyê me
Carinan bûm tovê jiyanê li Kevana Zêrîn,
carina jî Kawa û agir, Med û Medîstan
Ji bo Zerdeşt û Manî, Îbrahîm û Eyûb bûm dê
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Ez Gulîstana gel û baweriyan im
Hembêz dikim kurd, asûrî, keldanî û ermen
suryanî û mihelmî, ereb û tirkmen
Bihuşt im ji bo fileh û êzîdî, cihû û elewî
hem ji bo misilman û enel heq û zerdeştî
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Li dêrê ayîn, li mizgeftê xutbe û li lalîşê atêşgeh im
Li kenîşteyê ritûel, li cemxaneyê sema û
li perestegeha zerdeştî ez max im
Kelhûr û lekî, hewreman û goran
kurmanc û dimbilî, lorî û soran
çiya û banî, çem û kanî, bi Amed û Silêmanî
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Ez tevna mirovahiyê me reng bi reng
Berbanga dîrokê û binemala şaristaniyê me
kêlî bi kêlî bi benê civakîbûnê hatime honandin
û min gav bi gav şahidiya serdemên dijwar kiriye
Dayîka Kîbele, Nînhûrsag û Îştar im
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Li Pîran, Dêrsim û Mahabadê bûm dilîstan
Ji xwînê gulîstana min hat avdan
Bûm Çarçira û Deriyê Çiyê û li Dêrsimê meydan
Sêdar hatin vedan û li “geliyan” bûm pakrewan
Ne Palû û Gênc, ne Helepçe û Barzan
min gelek tofan derbas kirin wekî wan
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Ez nehatim windakirin û li ser kokê jîn dam
Careke din li jîngehê bûm hêvî û
tîrêj bi tîrêj belav bûm mîna rojê
Di havînek dijwar de bûm vejîn u hevî
bûm tilîlî û ceng û berxwedan
Ez paşve neçûm û li hember înkarê bûm gule,
û di germahiya tebaxê de bûm pêt û gurî
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Min ji nû ve roj afirand li çar hêlan
û ji hembêza xwe derpêşkirin Egîd û Ferzan
Min ji holê rakirin têl û sînor, înkar û zor
Li jêr û li jor hemû co bûn yek Robar
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan!
Êdî li ser dilê min kulîlkên rengîn aj didin
û di keleqiçîna havînê de li rojavayê min roj hilat
Bûm tovê jiyanê û bûm bayê azadiyê
Pêl bi pêl belav dibim seranser
Ez Kurdistan im ey dîrok Kurdistan! HELBEST: Şêrko Bêkes
Bahadîn Robar