NAVENDA NÛÇEYAN –
Mehmet Alî Ertaş nivîsand
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser wate û girîngiya ziman wiha dibêje: “Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Ku civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wateya ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin.” Birêz Ocalan bi vê analîzê rewşa me kurdan baş li ber çavan radixe. Divê em êdî rûnên û ji bo parastina zimanê xwe biryarek radîkal û bê tawîz bidin.
Dîsa Navenda Lêkolînên Qadê ya Polîtîk û Civakî, di 17’ê Mijdarê de li ser ziman, lêkolîn kir. Navenda Lêkolînê li 20 bajarên mezin bi giştî li 40 bajaran bi 1476 kesan re anket amade kir. Ji sedî 65,5 kesên tev li anketan bûn kesên ku zanîngeh xwendine û xelas kirine ne. Ji sedî 94,9 beşdarên anketê diyar kirin ku zimanê wan ê zikmakî “Kurdî” ye. Ji sedî 60,9’an bi “Kûrmancî”, ji sedî 31,1’an bi tirkî û ji sedî 5’an jî bi “Zazakî/Dimilî”, nivîsîne.
Li gorî encama anketê kurd, li malê ji sedî 66 bi kurdî û ji sedî 33 bi tirkî diaxivin. Li kolanê axaftina kurdî bêtir kêm e û axaftina tirkî zêdetir dibe. Li gorî lêkolînê li kolanê ji sedî 61,5 bi tirkî, ji sedî 36,4 bi kurmancî, ji sedî 1,2 bi zazakî/dimilî, ji sedî 0,6 kurmancî-tirkî diaxivin. Li gorî daneyan tê dîtin ku axaftina bi kurdî her ku diçe li malê û kolanê kêm dibe. Ev ji bo me eyneyek pir şênber e. Me hişyar dike.
Îro yanî 21’ê Sibatê Roja Zimanê zikmakî ya Cîhanê ye. Li gelek welatan gel vê rojê bi şahî û bernameyan pîroz dikin. Herî zêde kurd balê dikişînin ser girîngî û wateya vê rojê. Ji ber ku kurdî bê statu ye û nayê parastin; bi talûkeyek pir mezin re rû bi rû ye. Li aliyekî talûkeya bişaftinê/asîmîlasyonê, li aliyê din talûkeya xwebişaftin/otoasîmîlasyon. Her du jî wekî pençeşêrê ketine nava kurdî. Divê em dereng nemînin û xwe ji vê pençeşêrê rizgar bikin. Ger ku em zimanê xwe neparêzin û wî geş nekin, çawa ku pençeşêr bedenê dîl digire, dê zimanê biyanî jî civak û neteweya me dîl bigire û bi rizîne. Çawa ku pençeşêr ewil DNA’yên şaneyan/hucreyan xera dike û şane bê kontrol û teşe zêde dibin, ku tîp û peyvên zimanekî jî bê guhertin, ew ziman bedena wî xera dibe û dirize. Hem lêkolînên zanistî û hem jî rewşa kolanan vê sînyalê dide me. Her sal di salvegera 21’ê Sibatê de ji bo parastinê gelek niqaş tên kirin. Gelek pêşniyar têne kirin û biryar tên stendin. Lê ev biryar nakevin meriyetê. Divê her kurd xwe di nava biryarên tên girtin de bibîne. Her kurd biryara ji bo parastina ziman li ser xwe ferz bibîne. Çawa ku her misilman nimêj û rojiyê ji bo xwe ferz dibîne, divê kurd jî axaftin û xwendina kurdî li xwe ferz bibîne.
Eger ku em fêrîbûn, parastin û pêşxistina ziman ji dewlet û hikûmetê bixwazin, wê demê em ji niha ve têk çûne. Em bi vê helwestê ji niha ve bi destê xwe zimanê xwe tune dikin. Çima? Ji ber ku bi salan e kurd mafê statu û perwerdehiya ziman dixwazin. Lê hikumet û dewletê her tim sînorekî hişk daniye pêş van daxwazan û qebûl nekiriye. Ji ber ku dewlet û hikûmet îro tîpek kurdî tehamul nake. Bi zext û bertekên hişk ên kurdan neçar man ku tîpên W, Q, X, Ê, Û û Î bi filî qebûl bikin. Lê dîsa bi fermî qebûl nekirin. Niha jî piştî qeyûm tayînî şaredariyên bajarên kurdan kirin, hemû tabelayên kurdî yek bi yek tên guhertin. Bi taybetî tîpên Q-X-W tên guhertin. Ji ber ku dixwazin DNA kurdî xera bikin. Ji ber vê yekê ewil mudaxaleyî tovên kurdî dikin. Mudaxaleyî DNA’yê dikin.
Birêz Abdullah Ocalan di parastina 5’emîn de li ser wateya ziman radiweste û dibêje; “Ziman daneheva civakî ya zîhniyet, exlaq, his û fikra estetîk e ku civakekê bi dest xistiye; ziman hebûna nasnameyî û zîhnî ya mane û hisê ya serwextbûyî ye, bûyî xwedî îfadeyê. Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwediyê sedema bi hêz a jiyanê. Asta pêşketinê ya ziman asta pêşketîbûna jiyanê ye. Civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî pêşde biribe, ew tê wê maneyê ku asta xwe ya jiyanê jî pêşde dibe. Dîsa çiqasî zimanê xwe ji dest dabe û ketibe bin hegemonya zimanên din, ev jî tê wê maneyê, ewqasî hatiye mêtin, qirkirin û asîmîlekirin. ”
Li aliyekî em ji zimanê xwe direvin, li aliyê din hikûmet û îktîdar bi destê qeyûm û wezareta karên hundir, saziyên kurdî, dibistanên kurdî kilît dikin, êrîşî tabelayên kurdî û tîpên Q-W-X dikin. Bi şerê taybet înkarê didomîne. Wê demê divê em hinekî xîret bikin û li tîp û zimanê xwe xwedî derkevin. Eger em îro li nirxê herî pîroz ziman xwedî dernekevin, em ê sibê nikaribin li tu nirxên xwe xwedî derkevin û em ê bibin koleye koletiyê. Her tişt di destê me de ye. An Azadî an koletî. Divê em bijartinek rast bikin.
WELAT