LAVRİO – Tevgera Ciwanên Şoreşger li Lavrio, Yewnanîstan bîranîna şehîdan li dar xist. Gelek kes beşdarî bîranîna ku di bin pêşengtiya ciwanan de hate organîzekirin bûn. Gelhat Tolhildanê ku di berxwedana serketina Garê de şehîd ket, Mahmut Yildizê bi çalakiyek fedaî di berxwedana greva birçîbûnê de şehîd bû û Henan Muhammed ku di sala 2018’an de di yekîneya nîzama giştî ya Efrînê de şehîd bû hatin bi bîranîn.Di kesayeta Halîl Şen ê ku li Almanyayê li dijî tecrîdê çalakiya fedaî pêk anî de hemû şehîdên Kurdistanê û şoreşê hatin bibîranîn.
Kurê Henan Muhammedê ku Efrînê Şehîd bibÛ wiha got:
Me 2018’an de dema ku Erdoxanêrişê Efrînê kir me 58 rojan de her roj 18-20-25 şehîd radikirin.
Berî ku we birîna kurê apê xwe dipêça, wan navê apê we dida. We dibihîst ku navên hevalên we yên dibistanê têne xwendin. Rojek em dimeşiyan, roja din me cenazeyek şehîd ra dikir. Wan digot, şehîd hene’, tu ditirsî, te digot ‘cenazeyê kê ye?’
Piştî axaftinan, sînevîzyona ji bo şehîdan hatî amadekirin hate temaşekirin û mûm hatin pêxistin. Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.