NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdên Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku, “Bi ruhê berxwedana Apoyî ya li Garê û Heftanînê em ê Kurdistan û Tirkiyeyê ji dijminan re bikin dojeh. Em milîtanên fedaî yên Rêber Apo bi baweriya tolhildana ku êdî gotin qediyaye û wê agir geş bibe, em ê serfiraziya teqez bi dest bixin.”
Di daxuyaniyê de agahiyên li ser 14 çalakiyan wisa hate diyarkirin:
ÎZMÎR
16’ê Sibatê: Li Bûcaya Îzmîrê atolyeya tekstîlê ya hevkarekî faşîstan hate şewitandin.
17’ê Sibatê: li Yenî Foçaya Îzmîrê ‘çawişekî pispor’ hate cezarkirin.
17’ê Sibatê: Li Yenî Foçaya Îzmîrê wesayîta serwîsa leşkeran ji aliyê yekîneyên me ve hate şewitandin.
20’ê Sibatê: Li Menemena Îzmîrê hevkarekî dijmin hate cezakirin.
KAYSERÎ
18ê Sibatê: Li Bunyana Kayseriyê çar wesayîtên faşîstan hate şewitandin.
19’ê Sibatê: Li Încesûya Kayseriyê marketeke faşîstan hate şewitandin.
20’ê Sibatê: Li Hacilara Kayseriyê du trafo hatin şewitandin.
KONYA
18’ê Sibatê: Li Taxa Ahmet Dede ya Karataya Konyayê du wesayît ji aliyê yekîneyên me ve hatin şewitandin.
19’ê Sibatê: Li Taxa Fevzî Çakmak a Karataya Konyayê esrarkêş ji aliyê yekîneyên me ve hatin cezakirin.
19’ê Sibatê: Li Emîrgaziya Karataya Konyayê derbarê tecrîdê li ser dîwaran nivîs hate nivîsandin.
MANÎSA
16’ê Sibatê: Li Akhîsarê wesayîta xebatkarê leşkerî ji aliyê yekîneya me ve hate şewitandin.
16’ê Sibatê: Li Somaya Manîsayê du pîkabên enstîtuya lêgerîna kanê ya ku piştgiriyê didin faşîzmê hatin şewitandin.
20’ê Sibatê: Li Kirkagaça Manîsayê li dijî qada leşkerî çalakiya sabotajê hate lidarxistin û qadeke mezin hate şewitandin.
MÛGLA:
Di navbera 15 û 19’ê Sibatê de li taxên navendî yên Mûglayê derbarê tecrîd û zindanan pankartên bi bombeyên deng hatin daliqandin.