LAVRIO – Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê ya li girtîgehan ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, li Yewnanîstanê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya bidorveger a ji 8 kesan pêk tê û 5 rojanberdewam dike, bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li Lavrio, Yewnanîstanê, di 4’ê Çilê de destpê kirîbû.
Sabri Serhedê ku li ser navê koma 11’emîn a ku dest bi greva birçîbûnê kirwiha got:
“Hevalên me Bakura Kurdistan û Tirkiye zêdeyî 80 roj in di girtîgehê de di greva birçîbûnê de ne. Daxwaz û armanca hevalên me ew e ku tecrîda li ser Rêbertî biqedînin û azadiya wî a fîzîkî mîsoger bikin. êrîşên li ser Rêber Apo ne tenê êrîşa li ser Rêber Apo, di heman demê de li ser tevahiya Kurdistanê ye jî. Sedema van êrîşên li dijî Rêbertî ev e ku Rêberê me li dijî vê pergalê radiweste û wê qebûl nake. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî neyê rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. ”
Îro Koma 11’emîn bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” çalakiyên greva birçîbûnê hildan ser xwe. Greva birçîbûnê ya ku piştî koma 10’emîn di roja 51’emîn de koma 11’emîn berdewam kir, bi coş û moralek mezin didome.