BERLÎN – Aktivîstên TCŞ û TEKO-JIN li peytexta Elmanya Berlînê bi sirûda ‘Ji tecrîd, faşîzim, dagirkeriyê re na, Bi hev re serhildan’ daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kirin.
Ciwanan li trena ku qelebalixî lê zêde bû, belavokên daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dike, belav kirin.
Aktivîstên saet 15:00’an hatin ba hev li gelek trenan sware bûn û li ser tecrîda sîstematîk a li ser Rêberê Gelan agahî belav kirin. Ciwanan li nava trenan posterê Abdullah Ocalan vekirin û bê navber dirûşmên bi zimanê Elmanî ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî’ û ‘Bijî Ocalan’ qîr kirin.