ŞENGAL – Çalakiya Ciwan û Gelê Şengalê ya li dijî peyaman di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji bo xwedîderketina Asayîşa Êzîdxanaê hatî destpêkirin di roja 86’an de berdewwam dike.
Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca xwedîderketina Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatî destpêkirin di roja xwe ya 86’an de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şengalî diyar dikin ku heya daxwaza wan pêkneyê, ewê dev ji çalakiya xwe bernedin.