BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker ku li Garê têk çû, bi balafirên şer bombardûmaneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.
Daxuyanî wiha ye:
“20’ê Sibatê saet di 11:10’an qada Mervanos a herêma Avaşînê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
23’ê Sibatê saet di navbera 11:00-13:00 de bejahiya gundê Dêrîkê yê nehiya Çemankê ya Duhokê 6 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
23’ê Sibatê saet di 13:40’î de bejahiya gundê Kanê yê navçeya Amediyê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.
23’ê Sibatê saet di 14:00 de derdora Çemê Zapê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
23’ê Sibatê saet di 14:30’î de qada Karker a herêma Zapê 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
24’ê Sibatê saet ji 09:20’î heta 09:30’î qada Serê Metîna ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.
24’ê Sibatê saet di navbera 12:00-13:30’î de girên Savaş, Zergelê, Hîwa, bejahiya gundê Kozilê, gundê Bêpalan, gundê Kalatûka, Tutmê yên Qendîlê hatin bombekirin.
24’ê Sibatê saet di navbera 12:30-13:50’î de derdora Çemê Lolalê û girê Berbizina û qada Goşinê yên Xakurkê bi balafirên şer hatin bombekirin. Heman rojê saet di 20:00 de balafirên şer bombe li derdora Çemê Lolanê barandin.
Ji ber van êrişan tiştek bi hêzên me nehatiye.”