MÊRDÎN – Ciwanan li navçeya Qoser a Mêrdînê, ji bo balkişandina ser grevên birçîbûnê ku 91 roje li girtîgehan hatî destpêkirin, meşek lidar xistin. Ciwanên li kolanên Qoserê kom bûyîn bi çepik û tilîlîyan dirûşmeyên “Bimre îxanet, bijî Kurdistan” , “Di hindir û jiderve de zincîran parçe bike” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bilind kirin.
Gel bi çepikan piştgirî dan meşê.