ROJAVA – Piştî serkeftina mezin ya ku Gerîlayan li çiyayên Garê pêk anîn û darbeya giran ya li artêşa tirk a dagirker xistin. Ev serkeftin bûye kaniya moralê, û bandorek mezin li ser gel û bi taybet ciwanan kiriye û bi taybet ew ciwanên Rojava yên ku daketin kolanan û ev serkeftin pîroz kirin.
Têkildarê vê mijarê, komek ciwanên Ereb li bakur û rojhilatê Sûrye, biryar dan ku tevlî nava refên Gerîlla bibin û diyar kirin ku bersiva herî rast li hemberî êrîşan, wek ciwan divê seferberî ragihînin. Her wiha bang li hemû ciwanên ku germahiya serkeftina Garê gihişte dilê wan, ku ji bo têkbirina faşîzmê û azadiya Serok APO û rojhilata navîn “werin tevlî nava refên gerîlla bibin.
Doh jî komek ji Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke tevlî nava refên gerîlla bûn, û diyar kirin ku ewê tevlî serkeftina destana dirokî a Garê dibin.
Daxuyaniya Ciwanên Ereb ji aliyê Ciwanê bi navê Xalid Bahoz ve hat xwendin, daxuyanî wiha bû:
“Em weke ciwanên Ereb yên Surî û weke hêza pêşeng a gelê xwe, Pêşeroja xwe û welatê xwe di fikir û ramanê Rêber APO de dibinin. Wek çawa dewletên komploger û taybet jî dewleta Tirk a faşist, qirkirina tevahî gelên rojhilata navîn û gelên azadîxwaz di tecrîd kirina Rêber APO de dibîne û dixwaze bi vê komploya qrêj, çanda me qir bike û îradeya hevbeş ya gelan teslîm bigre.
Fikir û ramanê Rêber APO riya azadiyê pêşî me kir û hişt ku axa me ji dest çeteyên daişê were rizgar kirin. Politikayên qirkirinê ku nikaribun bi dîlgirtina Rêber APO pêkbînin, bi riya DAIŞ’ê û piştre jî di 9ê Cotmeha 2019’an de Dewleta Tirk a faşist bi xwe dest bi êrişan kir. Lê dîsa jî xeyalên wî ya têkbirina neteweya demokratik pêk nehatin.
“Hêviyên azadiyê ji her deme xurtir bune.”
“Di meha Sibatê ya ku komplo têde pêkhatiye û di dema ku li tevahî cîhanê, berxwedaneke dîrokî li dîjî tecrîdê û ji
bo azadiya Rêber APO, ku heman demê de tê wateya azadiya tevahî gelên bindest pêktê, hêviyên azadiyê ji her deme xurtir bune.
Li hember wê jî nêzîkatiyên dewleta Tirk a faşist û dewletên komploger, ku li aliyekê bi grankirina tecrîdê û li aliye din jî bi êrişên 10’ê Sibatê ya Garê xwe şenber kir û peyama qirkirin û înkarê dubare kir, kîn û nefreta me li dijî faşîzmê gurtir kir.
Ji ber vê jî her di destpêka van êrişan de, peyama êrişê ku dewama komployê bu ji aliyê gelan ve hat fam kirin. Helwesta rast jî li dijî van êrişan û komployê jî, Seferberiya ciwanan û sekna berxwedan û serkeftinê bu. Ji ber ku têk birina van êrişan di heman demê de têk birina faşîzma AKP-MHP û dagirkeriyê ye. Ev jî wateya têkbirina komployê ye. Ji xwe helwesta gelan û qehremantiyên Gerîllayên azadiyê jî vê rastiyê îspat kir û encama derketiye jî binketina komplogeran e.”
“Îradeya ji pola ya li Garê derket, berhema fikir û ramanê Rêber APO ye!”
“Em riya serkeftinê û azadiya Rêberê Gelan, Rêber APO li çiyayên azad û di jiyana azad de dibinin û tevlêbûna vê jiyanê jî bersiveke herî radîkal e li hember qirkirin û dagirkeriyê.
Bê guman ev qehremantî û îradeya ji pola ya li Garê derket, berhema fikir û ramanê Rêber APO ye!
Ser vê esasê hejmarek ciwanên Sûriye, me biryar da em tevlê refên Gerîlla û vê destana dîrokî bibin. Serkeftina Gerîlla li Garê, wê bibe Îlham ji bo tevahî gelên herêmê û ev serkeftina li dijî hêza herî hov û hevalê DAIŞ’ê, wê ji bo azadiya Rojhilata navîn gaveke dîrokî be. Ciwanên ku li Îraq û Suriyê ji vê serkeftinê hêz girtin û daketin kolanan, wan silav dikin û bang dikin bila werin di refên tekoşîna li dijî faşîzmê de cih bigrin.
Banga me ji tevahî ciwanên ku germahiya vê serkeftinê gihaye wan ewe; Ji bo têkbirina temamî ya faşîzmê û bune pareke vê destanê û ji bo cejna azadiya Rêber APO û azadiya Rojhilata Navîn li çiyayên azad, pîroz bikin, werin tevlê govenda serkeftinê bibin..”