PARiS – Tevgara Ciwanên Şoreşger li Taxa Villiers Le Bel a Parîsa paytexta Fransayê kom bûn û ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan saet di 16:00 de meşiyan.
Çalakiya ku piştî meşa 1 saetî ya li ber Navenda Civaka Kurd bi dawî bû, ciwanan diyar kir ku heya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe ew ê qadan terk nekin.
Di meşa ku bi qasî saetekê dom kir de, ciwanan timûtim dirûşmên “Liberte Pour Ocalan”, “Bijî Berxwedana Garê”, “Biji Berxwedana Zindana” û “Bijî Serok Apo” avêtin.