NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê ên Ereb bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku ew bi rihê destana dirokî a Garê beşdarî nava refên Gerîla dibin. Ev ciwanên ku beşdarî nava refên PKK’ê bûn, ji ajansa me re behsa giringî û sedemên tevlîbuna xwe kirin.
Ciwanê ku bi navê Xalid Bahoz wiha got:
“Navê Min Heval Xalid Bahoz, ji Dêrezorê me. Sedema tevlîbûna min di serî de fikir û felsefeya Serok Apo ye, û şopandina riya Şehîdan e. Ew Şehîdên ku bi wijdan ji bo gelên me bi ewle bijîn canê xwe feda kirin. her wiha tiştê esasî yê ku hişt ez tevlî bibin, û moral daye min ji bo tevlîbûnê ew serkeftina hevalan li Garê ye. Ku ew berxwedaniya mezin li hemberî komploya Tİrkiyê ya dagirker.
Banga min ji bo ciwanan, bila rewşa me yê niha, û rewşa me yê bere dema em di bin deste DAİŞ’ê, Ceyş Elhur, û rêjîmê bûn, meze bikin û Mûqayese bikin. Ez dibêjim ji ciwanên di civakê de bila armanca wan di jiyanê de hebe, mesela emê piştre hemûyan bimrin, ama mirina me bi armanc e û bi wate ye, ne weke dema em li malê bimrin. Em li vir her deqeyek ji jiyana me derbas dibe wate têde dibinin, vala vala naçe. Her wiha bang li ciwanan dikim ku tevlî nava refên gerilla bibin, û di jiyana xwe de armanceke daynin. Bila Îrada xwe xurt bikin tiştek zehmet nîne. Vaye em li ser riya Şehîdan û serok APO dimeşin. Di dawî de ez serkeftin ji hemû hevalan re dixwazim.”
Baran Ereb jî diyar kir ku:
“Navê min Baran Ereb e. Sedema tevlîbûna me ewe ku parastina ax û welat bikin û ji bo pêkanîna azadiyê, li ser riya serok APO û di bin çerçoveya parastina rewa ye. Tevgera me tevgereke exlaqî û şoreşger e. Em tekoşerên ji bo welat û ji bo azadiya jin û gel in. Berxwedana hevalan li Garê li dijî Tirkiyê bi ser ket. Ji ber wê em îro tevlî nava refên gerilla dibin. Em ji Tirkiyê re dibêjin ewê tiştê k udi bala te de çê nebe, em îro xwediyên îrade ne, bi çeken xwe di riya serkeftinê de dimeşin, em hemû biran e. Di dawiyê de ez serkeftin ji gerÎlla re dixwazim”