NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana gerîlayê ku li pêşberî êrîşa Garê ya ku ji hêla artêşa Tirk a faşîst ve di navbera 10-14-ê Sibatê de li Qada Parastina Medya hate pêşve xistin û bi şikestinek mezin bi dawî bû berxwedanek dîrokî nîşan da, li Hamburgê coşek mezin hate pîrozkirin.
Pîrozbahiyên bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), li navçeya Sternschanze ya Hamburg hatin lidarxistin. Li piştê deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê, gerîlayên di berxwedana Garê de jiyana xwe ji dest dan, axaftin hatin kirin.
Nûnerê Teko-Jin di axaftina xwe de ev tişt anî ziman;
“Weke ciwanên Kurd, divê em ji bo azadiya Rêber Apo bêtir têkoşîn bikin. Serkeftina Garê nîşanî cihanê da ku gerîla çawa jêhatî û encamgir e. Gerîla di heman demê de temînata gelê Kurd e.”
Li ser navê FED-DEM Imam Semsur axivî û diyar kir ku gelê kurd evîndarê azadiya xwe ye û ev têkoşîn bi polîtîkayên êrîş û tinekirinê bi dawî nabe. Îmam Semsur diyar kir ku dijmin çi bike bila bike ew ê tu carî ji tekoşîna azadiyê paşde gav navêjin, “Yên ku ji bo serfiraziyê êrişên dagirkirinê pêk anîn reviyan, bi dehan mirî li dû xwe hiştin, bi dijwarî canê xwe xilas kirin,”
Di çalakiya pîrozbahiyê de, ku gelek al û darbest hatin hilgirtin, timûtim dirûşmên “Bijî Berxwedana Garê”, “Kurdistan Wê Ji Faşîzmê bibe Gor”, “Bijî Berxwedana PKK” hatin avêtin.