ENQERE – Meclîsa Jinan a HDP’ê, bernameya xwe ya çalakiyên di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, bi şîara “Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê” li dar bixe, aşkere kir
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bernameya xwe ya çalakiyên di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li dar bixe, aşkere kir. Meclîsa jinan bi boneya 8’ê Adarê wê heya heftiyekê bi şîara “Bi berxwedanê jin dimeşin azadiyê” her cure çalakiyan li dar bixe û dengê xwe bilind bikin. Meclîsa Jinan, dê li Êlih, Mêrsîn, Îzmîr, Antalya, Denîzlî, Eskîşehîr, Aydin, Kocaelî, Stanbol, Amed, Wan, Edene û Enqerê meşên girseyî û mîtîngahan pêk bîne.