HELEB – Bi şîara “Di Her Malek Bijîjkek” tevgera ciwanên Şoreşger bi meclisa tenduristî ya taxa Eşrefiyê ya Helebê de dewreya tenduristiyê vekirîbûn. Ev dewre qediya û bawernameyên perwerdeya tenduristiyê hate belav kirin.
Her wiha beriya meh û nîvekî perwerdeya tendirustî bi beşdarbûna bi dehan ciwan û jinên ciwan ve hatibu destpê kirin. Îro jî perwerde bidawî bû.
Destpêkê de ji bo Şehîdên Şoreşê deqeyek rêzgirtin hate girtin, pişt re ji aliyê doxtor Neşat Rêbaz ve axavtin hat kirin, û bi navê meclisa Tenduristî Welat Mamo, û bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Şikrî Efrîn axivî.
Kesên ku axivîn ji hemû beşdarvanan re serkeftin xwestin.