NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanca zêdekirin û li her derê belavkirina rêxistina ciwanan Tevgera Ciwanên Şoreşger û yekîtiya Jinên Ciwan li navçeya Mensûra ya Tebqayê, navenda Şehîd Sîwar Mensûra ya ciwanan vekirin.
Vekirin bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdên Şoreşê destpê kir. Pişt re li ser navê malbatên şehîdan, meclisa ciwanan, meclisa bajêr, partiya Sûrya pêşerojê axaftin hatin kirin. Gel û ciwanên bajar eleqeyeke mezin nîşanê merasîma vekirinê dan.
Di dawî de kurdeleya vekirinê ji aliyê malbatê şehîd ve hatin qut kirin.