KOBANÊ – Vê dawiyê Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê de gelek ciwanan ragihandin ku ew bi rihê destana Garê ya dîrokî ve tevlî refên gerîla dibin.
Dema ku Ebu Leyla (Agir Kurdistan) yê ku, zewicî û bavê 3 zarokan ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nav refên PKK bû, dîmenên wê biryara xwe ji malbata xwe re ragihand û bi dilgermiyek mezin hate oxirkirin, dîmena vê hatîbû parvekirin.
Dayikên Kurdistanê zarokên xwe dişînin destana Garê. Beşdariyek din ji Kobanê hat. Dîmenên Îsmail ê ku beşdarî dastana Garê bû, ji hesabekî (Twiteer) bi navê Alternatîf Düşünce ya sanal medya hate parve kirin.
İsmail bi axaftina diruyêdayik û hevalên xwe de vegot ku ew çima beşdarî vê destana dîrokî bûye parvekir:
“Bajarê berxwedanê Kobanê de divê sekneke ji gor rihê demê derkeve pêş. Gelê me îrodi bin tehlukyeke mezın de ye. Divê em ji gor wê tev bigerin. Statuya heyî ji xwîna Şehîdan hatiye avakirin. Divê em lê xwedî derbikevin. Taybet divê li vir de ciwan pêşengtiyê bikin. Ji ber ku hêza şoreşê ciwanin.
Ez gel re jî dibêjim pêwiste tenê xwe nefikirin. Pêwiste em giştî bifikirin. Pevajoyeke wisa zihmet de gere em bibiyana pêşeng na em wê dikin.”
Piştî axaftinê, İsmailê ku beşdarî dastana Garê bû, bi diruşm û zılgîtê dayik, xizm û hevalên xwe hate şandin.