BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê serlêdan bi hinceta qedexeya 6 mehan a hevdîtinê nehate qebûlkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bi hinceta ‘nexşeya rê’ ya ku Rêberê gelan di sala 2009’an de ji bo parêznameyê pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû, di 23’ê Îlona 2020’î de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiribû.