QAMÎŞLO – Îsal di çarçova çalakiyên 8’ê Adarê de gelek cureyên çalakiyan pêk tên. Di pêşengtiya jin û jinên Ciwan de destpêka meha Adarê de gelek bername hatin amadekirin û roj bi roj ev bername tên pêkanîn.
Girêdayê vê planlamayê 4’ê Adarê de ji bo guhartina zîhniyeta zilamsalarî yê semînerek bihata dayîn. Ev semîner îro li bajarê Qamîşloyê ji aliyê jinên Ciwan ve hat dayîn.
Semîner ji aliyê Xortên Ciwan ve rastê eleqeyeke mezin hat. Gelek xort tevlî semînerê bûn.
Semînera ku li navenda Ciwana ya Qamîşlo saet 5’an de destpêkir bi dusaeta zêdetir berdewam kir.
Axaftvana ciwan semînerê diyar kir ku, “Tekoşîna jine ya li dijî zihniyeta zilamsalariyê tenê yek alî nîne. Divê zilam jî li dijî zihniyeta xwe ya erkparêz tekoşîn bikin. Encax zihniyet vê avayê biguhure. Şoreşger divê şoreşa yekemîn li zihniyeta xwe de pêk bîne. Ev jî feraseta zilamsalariyê xelasbuyinê mumkune.”