STUTTGART – Ciwanên aktîvîst TCŞ, ku pergala tecrîd û îşkenceya mutleq a li dijî Önder Ocalan qebûl nakin, li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.
Ciwan danê êvarê li hev civiyan û bi posterên Rêber Ocalan û alên KCK û PKK li navenda bajêr meşiyan. Di çalakiya ku dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Es Lebe Ocalan” hatin qîrîn, ciwanan xwestin bi meşaleya ku pêxistin bala mirovên li derdorê bikişînin.
Di daxuyaniya ku ji ajansa me re dan de, ciwanan diyar kirin ku tu ciwanên Kurd ên bi rûmet wê tecrîda li ser Rêber Ocalan qebûl nake û li dijî vê siyaseta qirkirinê azadî tenê bi berxwedanê pêk tê, û bang li hemû ciwanên Kurd û şoreşger ji bo berxwedanek çalak kirin .
Çalakiya ku bi pêngava “Tecrîd Biqedîne, Faşîzmê û Dagirkeriyê dawî bike – Bi Hev Re Serhildan” hate organîzekirin, piştî meşê li kolanên navenda bajêr piştî demekê bi dirûşmeyan bi dawî bû.