BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin sibeha Pêncşemê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Lê belê dozgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtinan a ji bo şeş mehan, serlêdan red kir.
Bi hinceta ‘Nexşerê’yê ya ku Rêberê Gelan li parastina xwe ya di sala 2009’an de ya li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê zêde kiribû, Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23’ê Îlonê de hevdîtina bi parêzeran re 6 mehan qedexe kiribû.