HELEB – Ji serê Adarê ve bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan gelek çalakî hatin li dar xistin. Wan bernameyên bi pêşengiya jinên ciwan, bi hemû hêza xwe berdewam dikî.
Îro jî, jinên ciwan ên li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi cilên û bergên xwe yên herêmî daketin kolanan û sorgul belav kirin. Jinên ciwan di çarçova 8’ê Adarê Roja Jinan de, bi dengê erbane û defan ve, gul belav kirin. Jinên ciwan ji raya giştî eleqeyek mezin girtin.