STENBOL –
Greva birçîbûnê ya ji hêla girtiyên PKK û PAJK’î ve di 27’ê Mijdarê de destpêkirîbû di roja 99. de didome, zexta dewleta Tirk a dagirker a li girtîgehan jî her ku diçe zêde dibe.
Girtiya ji PAJK’ê Esma Başkale ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê ye, bi rêya têlefonê bi xizmên xwe re li ser zextên li girtîgehan agahî da.
Esma Başkale ku di heman demê de roja jinan a hemû jinan bi minasebeta 8’ê Adarê pîroz kir, bang li her kesî kir ku berxwedanê mezin bikin.
Girtiya ji PAJK’ê Esma Başkale, ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê ye, di axaftina xwe ya têlefonê ya bi xizmên xwe re ev tişt anî ziman:
“Roja înê ya Çuyî lêgerîn li ser koxuşa me kirin. Êrîşekî hovane li ser me de anîn. Koğuşa de em 20 kes dimînin lê 40 gardîyan hatibûn lêgerînê. Gardiyana têr nekir teknîsyen jî anîbûn. Her tiştên me avêtin erdê, dolaba cemedê û nava fêkiyan jî nihêrîn. Xwe winda kirîbûn. Radyoyên hemû dîsa kom kirin. Ev salekê zêdetire me dernaxin aktîvîteya lê 40-50 gardiyan rıhet dikarin bên lêgerîna. Li ser vê esasê dijmin dîsa dijminatiya xwe nîşan da me jî berxwedana xwe nîşan da. Bi vê munasebetê em hevalên ku çalakiyan de ne berxwedaniya wan silav dikin.
Bi her awayî roja 8’ê Adarê bi jinên kedkar, jinên YJA-STAR’ê, girtiyên PAJK’ê û hemû jinên karker, kedkar û şoreşger pîroz dikim, roj roja me ye. Çalakiyên me jî li ser esasa azadiya Serokati ye. Serokatî azad bibe yê hemu jin û cihan jî azad bibe. Ji ber vê em berxwedana her cih û warî silav dikin. Berxwedan jiyane
Berxwedan jiyane
Berxwedan jiyane”