NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanan ji bo şermezarkirina qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, çalakiyek protestoyî li dar xist û daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi amadebûna Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji aliyê endamê Komîteya Perwerdeyê ya Xetên Heiye û Yasta Mûsa El-Ilêwî ve hate xwendin.
El-Ilêwî diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst bi tevahiya rêbazan şerê gelên Rojhilata Navîn dike bi taybet Sûriyê.
El-Ilêwî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê şermezar kirin destnîşan kir ku dewleta Tirk di vê dawiyê de bi zanabûn ava çemê Firatê qut kir.
El-Ilêwî wiha domand: “Dewleta Tirk qutkirina avê wek kaxezeke zextê li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Bi rêya wê dixwaze vîna gelên herêmê bişikîne. Her wiha bi vê kirina xwe tevahiya qanûnên navneteweyî binpê dike.“
El-Ilêwî wiha domand: “Şerê avê ku dewleta Tirk dike, ji hovantirîn sûcên şer e. Ew para gelê me didize û ji hêmanê jiyanê yên sereke bê par dihêle. Dewleta Tirk bi vê diziyê mafên mirovan binpê dike.
El-Ilêwî bang li ciwanan, Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, UNICEF, Konseya Ewlekariyê, Komseriya Bilind a Mafên Mirovan, Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, Komseriya Bilind a NY`yê kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike û wê neçar bike ku qanûna navneteweyî pêk bine û para herêmê ji avê nedize.
El-Ilêwî piştrast kir ku ev êriş û sûc wê vîna ciwanan neşikîne lê berovajî wê dê israra wan a serkeftinê zêde bike.