HELEB – Ji bo 8 Adarê Jinên Ciwan ên Rojava destpêka meha Adarê vir ve di nav tevgerê de ne.
Her roj gelek cihên Rojava de Jinên Ciwan cur bi cur çalakî û aktîviteyan ve ji bo 8 ‘ê Adarê derdikevin pêş.
Îro jî bi heman sedemê ve jinên ciwan li Şêxmexsûda Helebê maçeke futbolê pek anîn.
Maça futbolê di navbera Yekitiya Jinên Ciwan û Jinên Ciwan ê PYD’î de hate leyîstin.
Şêniyên heremê eleqeyeke mezin nîşanê aktîvîteya jinên ciwan da.