KOBANÊ –
Ciwanên Kobanê yên Komîteya parastinê ji bo temîra dibistana seferber bûn.
Bajar de dibistanên ku temîrê dixwazin ciwan yek bi yek tespît dikin û du re jî temîrata wê pêk tînin.
Herî dawî navçeya Sirînê ciwan dibistanekî de temîrat pêk anîn. Pêşiya ku ciwan biçin temîratê di navbera xwe de komunek avakir û her ciwanê ji gor derfetê xwe alîkari da û ew pereyên ku hat komkirin ve pêwistiyên dibistanê hat kirîn. Ciwanan temîrata dibistanê bi xwe pêk anîn û di heman demê de gelek cureyên daran jî çandin.
Îro jî ev dibistana ku ji aliyê ciwanan ve hatîbû çêkirin merasîma wê ya vekirinê hebû. Gelên herêmê vekirina dibistanê zivirande şahîyekî. Şahiyê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin vekirin.
Dibistana ku ji aliyê ciwanan ve hate restore kirin û vekirin navê Şehîd Gîvara Rojava hat lêkirin.
Endamê ciwanan yê bi navê Ednan Kobanê diyar kir ku wan ked û tevlêbûna hemû ciwanên Komîteya Parastinê ya Herêma Firatê ev dibistan temîr kirine. Kobanê diyar kir ku Ewên wek Tevgera Ciwanên Şoreşger çi bikeve li ser milê wan yê pêk bînin.
Şahî Diruşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.