BEHDÎNAN – Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da; PAJK’ê di daxuyaniya xwe de tevî pîrozkirina roja 8’ê Adarê ragihand ku Xwedîderketina li tekoşîna her jina ku di oxira parastina hebûn û mafê jinan de canê xwe feda kirî, di serî de erk û berpirsyariya her jinekê ye.
Daxuyaniye PAJK’ê bi vî rengiye:
“Roja 8’ê Adarê, ku bi bedeldayîn û daneheva dîrokî ya berxwedêr a xwe di kesayeta jinên kedkarê de bi sembol kir, salvegera 122’emîn roja jinan a cîhanî, di şexsê afrînerên vê rojê Roza Luxemburg, Clara Zetkin û 129 jinên li hemberî bê mêfiyê canê feda kirin tevahî jinên têkoşiyane, bi minetdarî bîrtînin û vê rojê li wan pîroz dikin. Dîsa em roja 8’ê Adarê li afrînerê mirovê azad û jina azad Rêber APO, ku bi bîrdozî û felsefeya xwe wateya vê rojê ya dîrokî di pêşxistina partî û artêşa jin de bi beden kir pîroz û silav dikin. Şehîdên me yê bi ked, fedekarî û bi ezmekî mezin bûn pêşeng û afrînerên jiyana azad hevrê Sara, Şîlan Kobanê, Şîrîn Elemhulî, Viyan Soran, Zîn, Leyla û di şexsê wan de tevahî şehîdên me yên ku roja 8’ê Adarê di her kêliya xweyî tekoşînê de wateya wê mezin afirandin û diyarî tevahî jinên cîhanê kirin bibîrtînin û soza daye wan nû dikin. Em vê rojê li tevahî jinên Kurd, jinên Rojhilata Navîn û jinên Cîhanê yên ku îro li hemberî cîhana mêr avakirî li ber xwe didin û tekoşîna her rojê veguherînin roja 8’ê Adarê didin pîroz dikin.
ROJA 8’Ê ADARÊ WEKE DAWÎBÛNA DEMEK Û DESTPÊKİRİNA DEMEK YA Dİ PÊŞXİSTİNA TEKOŞÎN Û SERÎ RAKİRİNA JİNÊ YE
Di dîroka tekoşîna jinan ya sedsala 19’emîn û 20’an pêşxistî de roja 8’ê Adarê xwedî girîngî û nîşaneya destpêkekî nû ya tekoşînê ye. Di dîroka mirovahiyê de tekoşîna jinan her tim bi dayîna bedelên giran re bi encam bûye. Lê encama derketiye ji ber di cewherê xwe de parastina tevahî nirxên civakî yên çandî, polîtîk û exlaqî hewandiye xwe li ser piyan girtiye û kariye li pêşiya ji dest çûna hebûna civakê bigre. Roja 8’ê Adarê, bi nêrandina weke bûyerekî nêrîn zêdetir rastiya rewşa jin û civakê ya di sedsala 19 û 20’emîn de jiyan dikir îfade dike. Ev roj weke dawîbûna demek û destpêkirina demek ya di pêşxistina tekoşîn û serî rakirina jinê ye. Ev roj ne weke rojekî cejnê ya jinan, berovajî bi ketina sedsala 21’emîn re li hemberî cîhana mêrê serdest, pergala kapîtalîst, hişmendiya dewlet netew, olperestî, zanistpestî û zayendperestiyê veguheriye heqîqetek tekoşînî ya herî radîkal a di dîroka tekoşîna jinan de.
Weke Netewa jin û wek civaka mirovahiyê di cîhaneke dûrî azadî, wekhevî, aştî û aramî de dijîn. Pirsgirêkên ku jin, netewên bindest, komcivak û mirovahî dijîn di bingeh de, xwe dispêrin şekilgirtina hişmendiya mêr. Bi avabûna yekemîn saziya parastina vê hişmediyê dewlet re ku her çûye ev pirsgirêk kûrtir û mezintir bûne. Jinan û mirovahiyê li hember hişmendiya mêr-dewlet tu caran serî netewandine û di her firsendê de tekoşîn, berxwedan meşandine û serî rakirine, Bi vî rengî pergala mêr xwe li ser bingeha serdestiya yek cins, yek reng, yek pergal, yek al û yek netew avakiriye. Lewma dîroka mirovahî tevî ku tije şer, kuştin, komkujî, talan, êriş, dîlgirtin, tecawiz, qirkirin e, li aliyê din tije serî rakirin, fedakarî, ked, tekoşîn, berxwedan û avakirin bûye. Pergala serdest ya mêr ji dîrokê heya niha ne tenê di warê hişmendî û pergalî de xwe li hember tekoşîn, hişmendî û çanda civaka jin, hişk kiriye û di nehatina guhartin û veguhartinê de îsrar kiriye, di heman demê de bi vê hişmendî û rewşa xwe xetimandinekî mezin re rê vekiriye. Lê êdî tê zanîn ku xetimandin ne ji xeta jin, netewên bindest û her weha civaka mirovahiyê ye. Xetimandin ji hişmendî û xisletê mêr-dewletê çavkaniya xwe digire.
TEKOŞÎNA JİN Dİ KURDİSTANÊ DE VÎNA AZADİYÊ AVA KİRİYE
Pergala mêr-dewlet li Tirkiyê bi rêjîma AKP re tevahî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê veguherandiye zîndana darizandina jinên zana, tekoşer, berxwedêr, çalak û serhildêr. Dîsa rêjîma Îranê bi kiryara sêdareya jinan mohra xwe li dîrokê daye û dijmintiya xwe ya li hember jinên serhildêr eşkere kiriye û dike. Ji lewra zanista tekoşîn û lêgerîna heqîqetê ya jinên Îranî ewê vê pergala mêr a ku xwe disepêne, hilweşîne û jiyanek azad ava bike. Li Îraq û Başûrê Kurdistanê jî hişmendiya mêr bi qasî kûrbûye tu rojevek bi navê jin tine ye. Her weha jin tine dihesibîne û pergal di welat de weke bê nakokî nîşan dide. Bi vî rengî rûpoşa ketî ya pergal û siyaseta wê ya tinehesibandina cins û cudahiya bawerî û netewan, radexe berçavan. Pir eşkereye ku tenê tekoşîna jinan ku hebûn û rêxistin qezenç kiriye dikare welat ji hişmendî û xetimandina pergala mêr, rizgar bike. Tekoşîna jin di Kurdistanê de vîna azadiyê ava kiriye û yektiya di navbera jinên li rojhilata navîn her ku diçe pêşdixîne.
Li hemberî vê pergala xetimandî êdî pêwîstî bi tekoşînek zanistî, rêxistinkirî, hevgirtî û yekpare ya jinan û mirovahiyê heye. Xisleta sedsala 21’emîn di her warî de derfet dide jin vê sedsalê veguherînin sedsala azadiya jinan û civakê. Rêber Apo, bi pêşbînî û şiroveya xwe ya dîrokî û civakî xislet û rastiya vê sedsalê dît û bi ketina sedsala 21’emîn re bi avakirina partiya jinê bersiv da pergala serdest ya mêr. Ev pêngav di dîroka tekoşîna jinê de, darbeya herî mezin li bîrdoziya mêr hatiye xistine. Ev pêngava dîrokî ya ku Rêber Apo li hemberî bîrdozî û hişmendiya mêr pêşxist ji bo tekoşîna hemû netewan û bedelên mirovahiyê ku di sedsala 19’emîn û 20’an de dan bersiveke herî manîdare.
ÎRO DÎROKA WİNDA BÛYÎ YA JİN TÊ ZİNDÎKİRİN
Rêber Apo di lêgerîna xwe ya zarokatî de û her weha lêpirsîna bi berdewam a hişmendî û pergala mêr-dewlet de wateya rast ya azadî û wekheviyê di nebûyîna yedekê pergal û hevkarî nekirina wê de dît. Ji lewra Rêber Apo, di destpêka tekoşîna azadiyê de bi kuştina zilamtî, şoreşa zîhnî di kesayeta xwe de pêk aniye û modela pêşengiya tekoşîna rast di Kurdistanê de pêşxistiye. Rêber Apo, bi diyarkirina pîvanên azadiyê rê li ber pêşxistin û kûrkirina felsefeya jiyana azad û manîfestoya rizgariya jin, cîhanekî ji derveyî cîhan û hişmendiya mêr ji bo jin, gelê Kurd û her weha mirovahiyê afirandiye. Rêbertiya me afirandina jiyana azad jî bi çêkirina zemînê tekoşînê, xebatên perwerdehî û guhartina zîhniyetê di avakirina kesayeta jin û mêrê azad de, dîtiye û weha girîngî daye xebatên tekoşîna azadiyê. Bi vî awayî kariye di demek kin de ferqa fikir, felsefe û paradîgmaya xwe diyar bike û weha di serî de jin û civaka Kurdistanê li dora tekoşîna azadiyê kom bike. Hêza jina Kurd bi zanistiya ji fikir, felsefe û hevrêtiya Rêber Apo girtiye, îro bûye yegane hêza şoreşa civakî û çandî li Kurdistanê, asta herêm û cîhanê de jî pêşengiya jiyanî kirina paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jinê dike. Ji lewra îro Kurdistan bûye navenda şoreşa zihnî û civakî. Ev şoreş jî bi rêya kesayeta jinên azad yên ku bi fikir, bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo karîne xwe ava bikin, pêk hatiye. Bi pêşveçûna tekoşîna azadiya jin, dîroka jin li kurdistan, Rojhilata navîn û Cîhanê ji nûve tê nivîsandin. Îro dîroka winda bûyî ya jin tê zindîkirin û bi watekirin. Dîroka 8’ê adarê jî yek ji wan dîrokane ku bi bilindbûna tekoşînê wate û girîgiya xwe bi destxistiye û îro hemû jin di bin banê tekoşîna hevbeş de aniye gel hev.
ŞERÊ NİHA Lİ KURDİSTANÊ DİMEŞE ŞERÊ AVAKİRİN Û MÎSOGERİYA JİYAN Û CİVAKA JİNA AZAD E
Îro pergala mêr-dewlet a ku li hember mezinbûn û avabûna yektiya jinên Kurdistan, Rojhilata navîn û Cîhanê bê çare bûye, xwe li vê rastiyê ranagire û ji bo ku îradeya hatiye avakirin tine bike, her cûre êrîşan pêk tîne. Di navbera jiyana jinê û pergela mêr de qutbûnek ruhî, bîrdozî, siyasî û civakî çêbûye. Êdî negengaze ku jin cardin vegere bin sîwana çarenûsa ku hişmendiya mêr-dewlet jê re diyar kiriye. Ji lewra şerê niha li kurdistanê dimeşe şerê avakirin û mîsogeriya jiyan û civaka jina azad e. Em îro ji bo avakirina jiyana azad şerê parastinê dimeşînin, têdikoşîn û li ber xwe didin. Rastiya ruhê berxwedana li Kobanê, Reqa, Şengal û li Garê ava bû, rastiya îsrar û berdewamiya xeta jiyana azad e. Jinên ku li her çar aliyê cîhanê berê xwe dan şoreşa Rojava ji nûve zîndîkirina ruhê 8’ê Adarê ye . Ev hevdîtina dîrokî ya jinên cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistaniyan li roja Rojava pêk hat, pêwîste tevahî jin vê destketinê weke mîsogeriya hebûna xwe bibîne û xwedî lê derbikevin.
Li ser bingeha pêşveçûna ev tekoşîna mezin û hevdîtina jinan a dîrokî em îsal 8’ê Adarê pêşwazî dikin. Her çiqasê asta tekoşîna ku jin xwe gîhandiye ne di asta têrker de be jî, lê ji her demê zêdetir bihêztir, bizanist û birêxistinkiriye. Îro li her çar aliyê cîhanê bi yek deng û yek zimanî jin tekoşîn dikin û dîwarên cîhana mêr hildiweşînin û cîhana xwe ava dikin. Serkeftina me ya herî mezin eve ku me bi awayek wekhev hişmendiya mêr baş fêm kir û şiroveya wê kiriye. Lewma îro em ji bo bîranîn û soza bilindkirina tekoşîna jinên ku bûne qûrbaniyên komkujiyan 129 jinên li New York, sê xwişkên Mîrabel, jinên li Dersîm, tekoşerên Parîsê, Kobanê, jinên Şengal, Efrîn û di şerê parastinê yê li Heftenîn û Garê pêşketî de tên gel hev. Xwedî li tekoşîna her jinek ku di oxira parastina hebûn û mafê jinan de canê xwe feda kirî derketin di serî de erk û berpirsyariya her jinekê ye. Em bi vê bîr û baweriyê biryardarî û soza xwedî derketina li tekoşîna jinan ya ku her roja diçe mezin dibe didin tevahî jinên cîhanê. Em weke jinên Kurd û pêşengên partiya jin roja 8’ Adarê bi vê biryariya dîrokî ya tekoşînê bi wate dikin û xwedî lê derdikevin.
YEKÎTİYA RUH, RÊXİSTİN, FİKİR, TEKOŞÎN Û JİYANÊ AVA BİKİN
Li ser vê bingehê, bi boneya roja 8’ê Adarê roja jinan ya cîhanî em bang li tevahî jinan dikin da ku vê rojê li qadan bin û banga xwe ya jiyana azad û wekhev bilind bikin. Di vê rojê de cardin em hevpeymaniya xwe ya serxistina tekoşînê nû û bi hêz bikin. Ji bo avakirina jiyan û cîhanek azad li ser hîmê paradîgmaya civaka ekolojîk-demokratîk a li ser hîmê azadiya jin, tekoşînê berfirehtir bikin. Yekîtiya ruh, rêxistin, fikir, tekoşîn û jiyanê ava bikin. Bi tekoşîna xwe ya hundûrîn bighînin hebûna xwe ya rastîn û bi tekoşîna dijî pergala mêr cîhanek demokratîk ya jinan û galan ava bikin. Berpirsyariya ruhê 8’ê Adarê vê biryardariyê ji her demê zêdetir li ser me tevahî jinan ferz dike. Em careke din roja 8’ê Adarê li jinên Rojhilata Navîn û tevahî jinên Cîhanê pîroz dikin, soza me daye şehîdan û tevahî tekoşînerên jin yê cîhanê nû dikin.”