QAMÎŞLO – Şahiya Roja Jinan a Cîhanê ya ku her sal di 8`ê Adarê de tê pîrozkirin, ji aliyê Kongreya Star ve hate organîzekirin.
Bi hezaran Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan bi cilên xwe yên folklorî, ji saetên sibehê ve ber bi qada şahiyê ya li bajarokê Hîmo yê rojavayê Qamişlo ve diherikin.
Li qada şahiyê wêneyên têkoşerên jin, al û sembolên Kongreya Star û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên partiyên siyasî û pankartên “Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan e” hatin daliqandin.
Jinan li dora qada şahiyê, berhemên xwe yên destan mîna cil û berg û kel û pelên malan pêşandan.
Her wiha nûnerên saziyên jinan ên Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî mîna Yekîneyên Parastina Gel (YPJ) û endamên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdarî şahiyê bûn.
Piştî deqeya rêzgirtin, endamên Kongreya Star bi erebî, kurdî û suryanî bixêrhatina beşdaran kir.
Li gorî bernameya şahiyê, gelek axaftin wê werin kirin, her wiha peyamên siyasî, leşkerî û civakî jî dê werin dayîn. Bi navê Kongerya Star ji hêla berdevka wê Remziye Mihemed, Meclisa Jinan a Sûriyê Necla Temî, YPJ`ê berdevka wê ya fermî Nesrîn Abdullah, Yekitiya Jinên Suryan berdevka wê Meryana Îsa axaftin ve dê werin kirin.
Her wiha komên hunerî û hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi rengê xwe tev li şahiyê bibin.
Şahî bi axaftina Remziye Mihemed berdewam e.