NAVENDA NÛÇEYAN – Roja 6’ê Adarê de bi tevlîbuyîna sedan jinan ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê li bajarê Qamişlo pîrozbahiyekî navendî a herême Cizirê hate li darxistin.
Bi sedan jinên Rojavayê Kurdistanê bi rengên xwe yên cur bi cur tevlî vê pîrozbahiyê bûn, di pîrozbahiyê de gelek komên stranan, govendan hûnere xwe pêşkeş kirin û pêşandanekî ji alîyê Yekîtîya Jinên Ciwan de hati bû amedekirin, nêzî 100 jinên ciwan wek koma tekwando a Şehîd Avêsta Herekol hûnerê xwe peşkeş kirin.
Jinên Ciwanên ku asta herêmê Cizirê de kom bibûn bi hefteyan amedekariya vê pêşkeşî kiribûn. Despêkî jinên ciwan di sahê da navê Rêberî Gelan nîvîsandin, piştra hereketên xwe yên tekwando pêşkeş kirin û pêşandanê tekwando bi sloganên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana YPJ” bi dawî bû.