BEHDÎNAN – Ji fermandarên HPG’ê Amed Malazgîrt doh tevlî bernameyeke taybet a Stêrk TV bû. Malazgîrt got, “Em ketin meha Adarê. Di vê mehê de gelek lehengên hêja şehîd bûn. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Alkan de şehîdên me yên leheng hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim.”
‘ŞERÊ GERÎLA DEWLETA TIRK GELEKÎ TENGAV DIKE’
Amed Malazgîrt bi bîr xist ku dewleta Tirk gelek caran dibêje ‘PKK nikare şer bike, me ew anîne ber qedandinê’ û got, “Gerîla li Bakurê Kurdistanê û li her derê berxwedanê mezin dike. Şerê me yê gerîla bi taybetî jî 5-6 salên dawî yên vî şerî hikumeta AKP’ê û dewleta Tirk gelekî tengav kiriye. Ji teknîkê heta her cûre derfetên madî û manewî her tişt bi kar anîn, lê belê bi ser neketin. Bi propagandaya şerê taybet hewl dan vê yekê binixumînin. Bi nûçeyên şaş hewl dan raya giştî bixapînin û xwe serketî nîşan bidin. Lê belê şerekî gelekî giran ahte meşandin. Her çend hewl dan rastiya vî şerî binixumînin jî neçar man ku hin caran li kuştiyên xwe mikur bên.”
‘DEWLETA TIRK LI GARÊ BI QUMARÊ LÎST Û XISIRÎ’
Amed Malazgîrt êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê nirxand û got, “Êrişa li ser Garê operasyoneke taybet bû. Li gorî xwe bi planeke veşartî û gelekî mezin hatin. Yên ku plana vê kirin, biryara vê dan, ne tenê artêş bû. Tîma siyasî ya Erdogan, MÎT, Wezaretên Parastinê û Karên Hundir bi planeke taybet, bi koordînasyoneke hevpar ev plan dan destpêkirin. Ji wan hebû ku wê di demeke gelekî kurt de serketineke mezin bi dest bixin. Ji xwe Erdogan beriya du rojan gotibû, ‘Roja Çarşemê li min temaşe bikin, ez ê mizgîniyê bidim’. Mizgîniya wî jî qaşo serketina vê operasyonê bû, wê derketibûya pêşiya kamerayan, ji raya giştî re bigota ‘Em çûn cihekî mîna Garê, me li wir operasyoneke serketî meşand û em bi ser ket’. 5 mehan plana vê kirin, hemû detayên wê hesab kirin û em encamên wê bi hev re dît.
Cihê ku operasyon lê kirin yek ji deverên herî lawaz bû. Me ev êsîr ji deverên ku êrişên hewayî bi giranî lê tê kirin vekişandibûn. Me zanîbû ku eger dewleta Tirk agahiyê bi dest bixe, wê bi êrişa hewayî van êsîran bikuje. Lewma me derfeteke mezin xerc kir û li cihekî taybet ji bo karibin bi hêsanî bimînin me amade kir. Derfet hemû hatin amadekirin û li cihekî ku hinekî dûrî cihê şer e hatin bicihkirin. Ji bo nebin hedef me tedbîreke wiha wergirtin.”
Malazgîrt anî ziman ku dewleta Tirk ji bo kuştina êsîran bi biryar bû û got, “Li gorî agahiyên hin kesên xiyanet kirin, dewleta Tirk vê carê planeke cuda kir. Bi 40 balafirên şer, bi dehan balafirên keşfê û bi hêzên taybet li hemberî kampa êsîran operasyonek kir. Bi van 40 balafirên şer êrişên hewayî li hemû cihên derdora kampê ku karibin dest li rewşeke gengaz werdin, bombardûman kirin. Ji dewleta Tirk hebû ku wê operasyonê bike, eger êsîran bi rengekî mirî bi dest bixin wê atmosfereke mexdûriyetê biafirîne, civaka Tirkiyeyê bide dû xwe, eger bi saxî jî bi dest xist, hingî wê weke serketinê pîroz bikin. Yanî bi qumarê lîst. Ji wan hebû ku di vê qumarê de bi her awayî wê bi ser bikevin.
Dewleta Tirk, berê jî dema ku me êsîr berdan gotibû ‘çima anîn, bila bikuşta çêtir bû’. Ev gotin wê demê gelekî bûbû rojev. Dewleta Tirk xwedî karakterekî bi vî rengî ye. Li Garê jî bi vî mejî tevgeriya. Li gorî xwe planeke gelekî baş kirin. Lê belê hêz û îradeya gerîlayên PKK’ê hesab nekirin. Li kampekê ne bi dehan heval, tenê 4 hevalên me hebe jî, eger temamiya artêşa Tirk bê, wê dîsa jî bikeve çeperê û şer bike. Ev rastî 40 sal in bi vî rengî ye. Dewleta Tirk her roj dibêje ‘Me PKK qedand, em diqedînin’. Lê belê tenê 10 gerîla jî bimîne, eger ew temamiya artêşa xwe kom bikin û bên, wê paşve gavê neavêje. Şehîd bikeve jî wê bi berxwedanê û bi şer şehîd bikeve. Rastiya milîtaniya PKK’ê bi vî rengî ye. Ya ku dewleta Tirk nekarî hesab bikev ev bû.
‘ÎRADEYA HÊZÊN TAYBET ÊN DEWLETA TIRK HATE ŞIKANDIN’
Li gorî xwe, wê bi teknîkê li kampê bixista, bombardûmaneke giran bi kar bianiya û bi çekên taybet encam werbigirta. Der barê wê kampê ji xwe agahî standibûn, hîn bûbûn ku tenê 8 kes wê kampê diparêzin. 6 hevalên me heta dawiyê bi lehengî li ber xwe dan û 2 kesan jî xiyanet kirin. Lê belê 6 hevalên me derb li hêzên taybet ên artêşa Tirk xistin, bi dehan ji wan ceza kirin. Hevrêyên me yên li wir dewleta Tirk têk birin. Îradeya hêzên taybet ên dewleta Tirk hate şikandin.
Niha radigin dibêjin, ‘PKK’ê êsîr kuşt’. Dewleta Tirk, bi taybetî jî hikumeta Erdogan-Bahçelî henekê xwe bi aqlê gel dike, mirovan ehmeq dibînin. Ew bi xwe dibêjin ku bi 40 balafiran êrişî kampa êsîran kirine, gaz bi kar anîne, şerekî giran qewimiye. Piştre jî dibêjin PKK’ê êsîr kuşt. Lê belê rastî li holê ye.
Eger hevalên me xwestibûna ku ji wê kampa êsîran tenê xwe rizgar bikin, dikarîbûn dest ji wê kampê berdabûna û biçûna. Hevalê Şoreş û hevalên pê re, hîn dagirkeran dema xwe datanînên herêmê çûn li wan dan. Eger bixwastana tenê xwe rizgar bikin, wê vekişiyan. Lê belê ji bo ewlekariya êsîran hevrêyên me 3 rojan di wan tunelan de heta şehîd bibin berxwedaneke destanî nîşan dan. Ji bo parastina êsîran hevrêyên me 3 rojan bi şev û roj li ber xwe dan. Li gel wê bombardûmana giran, li gel bikaranîna gazê, li gel bikaranîna çekên qedexekirî li dijî kampa êsîran, hevrêyên me berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Di encama şerekî wiha de êsîrên li wir mirin û hevrêyên me şehîd bûn.
‘FÎŞEK BERDAN SERÊ HEVRÊYÊN ME YÊN LI KAMPA ÊSÎRAN Û BI WÎ RENGÎ ŞEHÎD XISTIN’
Agahiyekê parve bikim; fîşek berdan serê hevrêyên me yên li wê kampa êsîran û bi wî rengî şehîd xistin. Gelo ev çawa dibe? Yê ku ev kir, dewleta Tirk e. Li wir jî dema ku derb xwarin û dîtin ku nikarin encamê werbigirin, destpêkê bi balafiran piştre jî bi gazê êriş kirin. Ji xwe ew bombeyên bi tonan giran ên ji balafiran hatin avêtin, hemû bi teqemeniyan û madeyên kîmyewî dagirtî ne. Ev hemû li pêşiya wê kampa êsîran teqiyan. Saziyên mafên mirovan, dewletên Yekîtiya Ewropayê yên ku dibêjin ew mafên mirovan diparêzin bila bên, em ê ewlekariya wan pêk bînin. Bila li wê kampa êsîran lêkolînê bikin. Bila bibînin ku li wê derê êrişeke çawa hatiye kirin, çi hatiye bikaranîn û kî bûye sedema mirina mirovên li wir. Bila bên û bi xwe bibînin.
Piştî êrişên li ser kampa êsîran me hevalên xwe şandin kampa êsîran ji bo lêkolînê bikin. Lê belê tevî ku 5 roj di ser re derbas bûn, ji ber gazên kîmyewî hevalên me tevî ku maske jî danîbûn ber devê xwe, nekarîn bikevin hundir. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk radibe dibêje ‘PKK’ê êsîr kuşt’. Kesên ku biryar li ser êrişeke wiha dane, kesên ku plan kirine û biryar pejirandine, mirina wan êsîran dane ber çavên xwe. Ji ber ku zehmet e ku di bin wê êrişê, bombardûmanê û gazê de mirov sax bifilite.
‘JI BO BERDANA ÊSÎRAN ME MUXATAB NEDÎT’
Ji sala 2017’an ve şerekî giran diqewimî. Dewleta Tirk balafirên şer gelekî bi kar anî. Wê demê me di nava xwe de nîqaş kir û wiha got, ‘Dewleta Tirk hewl dide bi zanebûn van êsîran bikuje’. Ji ber vê yekê me bang li malbatên êsîran kirin. Me hin dost jî xistin dewrê. Ji bo van êsîran teslîm bikin em li muxatab geriyan, lê me nedît. Mînak; Îsraîl ji bo leşkerekî xwe 400-500 kesî berdide. Me xwest êsîran bêberdêl berde, lê me muxatab nedît. Ji bo van êsîran jî dibêjin ku sivîl in. Ku dera van sivîl in? Hemû jî leşker, jenderme û endamên MÎT’ê yên li ser kar bûn. Ev hemû di şerê li Kurdistanê li dijî gelê Kurd tê meşandin, wezîfedar bûn. Ya di kontrola rê de yan jî di dema şer de êsîr hatin girtin. Piştî ku me ew êsîr girtin, me ji xwe bêhtir ew parastin. Carekê min bi xwe heval şand û ji wan re got, bila ji êsîran re bêjin ku ji malbatên xwe re nameyê binivîsînin, bila malbatên wan biçin bi dewletê re biaxivin, navbeynkaran peyda bikin û bên em bi rengekî fermî wan radest bikin. Me ev name jî gihand malbatên wan.”
‘ŞIKESTINA LI GARÊ WÊ BIBE ŞIKESTINA GIŞTÎ YA AKP-MHP’Ê’
Fermandar Amed Malazgîrt bi dewamî got, “Dewleta Tirk bi vê operasyonê re bi qumarê lîst, zarê xwe avêt. Ji hebû ku çi bê, ew ê bi kêrî wan bê û bi ser bikeve. Jê hebû ku bi her awayî wê duşeş bê. Lê belê di şer de qumar nabe, qumar nayê lîstin. Li cihekî wiha bi vê teknîkê êrişa li ser PKK’ê çi tê kirin? Gelo Erdogan aqlê xwe winda kiriye ku jê hebû wê PKK’î dest ji wê kampê berdin û biçin? Gelo di dîroka PKK’ê de tiştekî wiha kengî qewimiye? Li wê kampê tenê 2 heval jî mabûya wê heta dawiyê li ber xwe bida û şer bikira. 6 hevalên me yên leheng ên li wê derê bi vî rengî şer kirin, li ber xwe dan. Bila gelê me û raya giştî bi vê zanibin. Eger îro ew êsîr ne sax in hingî berpirsyar jî îradeya siyasî ye ya ku biryar li ser wê operasyonê da.
Dewleta Tirk sermayeya xwe hemû li Garê danî, lê winda kir. Dewleta Tirk biryar da ku di salvegera komploya 15’ê Sibatê de serketineke nû ragihîne, ji bo vê gav avêt, xwest bi ser bikeve, lê belê encam negirt. Ji hev ket, têk çû, îradeya wan şikest. Şikestina li Garê wê bibe şikestina giştî ya hikumeta AKP-MHP’ê, wê têk biçin.”
Amed Malazgîrt bal kişand ser gefên Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû jî û got, “Gotinên wî ne nû ne. Sala 2015’an dema ku agirbest têk birin û dest bi şer kirin, sala 2016’an dema ku asta şer bilind bû û hin derfetên teknîkê ketin destê dewleta Tirk, jê hebû ku wê PKK’ê tasfiye bike, rêveberiya PKK’ê şehîd bixe. Gelek caran ev anî ziman. Bi rastî jî ji vê bawer dikir, ne ku ji ber xwe ve digot. Lê belê ji sala 2018’an û pê ve wî bi xwe jî dît û fêhm kir, ku PKK bi operasyonê, bi kuştinê naqede. Ji ber vê yekê bêçare bûye, dike qareqar. Ne emrê Suleyman Soylû ne jî yên rêveberên dewleta Tirk têrê nake ku tasfiyebûna PKK’ê bibînin.”
‘EM TEVGEREKE KU BI FEDAKARIYA ŞEHÎDAN BI RÊ VE DIÇIN’
Amed Malazgîrt di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser civîna Konseya Fermandariyê ya HPG’ê ya 18-26’ê Çileyê û got, “Civîn beriya operasyonê dest pê kir û bi rengekî serketî qediya. Me yekemcar dema civîna Konseya Fermandariyê dirêj kir û kir 9 roj ku karibin nîqaşan hîn bi hêsanî bikin. Bi taybetî li ser taktîkên îsal, şêweyê şerê ku em ê bimeşînin, encamên jinûve avabûnê ku 4 sal in di rojeva me de ye, mijarên bicihanîna vê yekê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Nîqaşên berfirfeh û kûr ên di vê civînê de hatin kirin bandoreke yekser li şerê li Siyanê kir. Divê berxwedana Garê weke beşek, dewama vê civînê bê dîtin. Ji ber ku ruh û taktîka ku li wir bandor kir hebû. Piştî civîna konseyê mîna bi hêzên hemû qadan bi hêza li Garê re jî civîn hate kirin, bi hevalan re hate nîqaşkirin ku di dema opreasyoneke gengaz de divê helwesteke çawa bê nîşandan. Garê destpêk bû. Asta şerê ku li Garê derkete holê nîşan dide ku biryarên di civîna me ya Konseya Fermandariyê de hatine wergirtin wê rojên bê li Kurdistanê şerê çawa dijwar bimeşîne.
Em tevgerek in ku bi fedakariya şehîdên leheng bi rê ve diçin. Şehîdên me yên leheng mohra xwe li dîrokê xistin. Fedakariya mezin nîşan dan, bi fedayîtî ber bi şehadetê ve çûn. Em soza xwe li pêşberî hevrêyên xwe yên şehîd bûne nû dikin û dibêjin ku em ê şopdarên wan bin. Wezîfeya me ye ku tola şehîdên xwe ji dewleta Tirk a dagirker hilînin.”