Heleb – Bi hatina roja 8’ê adarê, îro li taxa şêx meqsûdê a Helebê yekîneyên parastina jin YPJ Şahîyek li dar xist.
Şehî bi tevlîbûna bi sedan jinên saziyan û di jinên ciwan ve pêk hat. Bi deqeyekê rêzgirtin şahî destpê kir, piştre li ser navê kongra star “sûad” axifî û di gotinên xwe got: “8’ê adarê li hemû jinên cîhanê pîroz be, jina ku têkoşîn dikin ji bi aşîtiyê ji bo wekhevîyê ji bo bighêjin azadiya xwe, û li jinên çar perçeyê kurdistanê pîroz be. li rêber APO pîroz be. wê jin hertim serî hilde û em wek jin emê koletiyê bişkînin her tim wê azad bijî.
Piştre li ser navê YPJ koma çiya reqsa filiklorî pêşkêş kirin. û koma qeretê pêşkêş kirin. û bi navê koma vîn helbest hat gotin. her wiha
Şahî bi siloganan û govendan bi dawî bû.