QAMIŞLO – Endamên asayîşa jin a herêma Cizirê bi hatina 8’ê Adarê ve hevpeyvîneke bi ajansa me re çêkirin û bal kişandin ser êrîşên hember jin û parastina cewherî.
Endamên asayîşa jin a bi navê Gulan bal kişand ser têkoşîna jin û wiha got;
“Navê min Gulan Mihemed e, ez endamê Asayîşa Jin a herêma Cizirê me. Despêkê em 8’ê Adarê li Rêber Apo re malbatên şehîdan re û hemû jinên berxwedêr re pîroz dikin. Em wek asayîşa jin di vê herêmê de li dijî zihniyeta zilamsalarê têkoşînekî dimeşînin. Ev tundiyê ku em behs dikin ne tenê fîzîkî ye pêwiste wisa neyê dest girtin her roj êrîş û tundiyek pir mezin li dijÎ jin tê meşandin, ev tundî hem milê zilam de hem jî milê dewlet de tê meşandin. Pêwiste Jin hember van êrîşan bêdeng nemine û berxwebide, em jî wek asayîşa jin li pişt jinan e. Mirov berî şoreşî bifikire em jî bin zilmekî de bûn hêza me hebû lê me hêza xwe nas nedikir lê niha ne wisa ye em şer dikin, karên leşkerî, siyasî û hwd de cihê xwe digirin. Pêwîste hemû jin parastina xwe yê cewherî bikin. Îro hemû di cîhanê de êrîşekî li dijî jin heye pêwiste jin jî bê bersiv neminin û heman demê de pêwîste jin ne bêje ez tenê me roja me ya îro de bi sedan jin tundî dibînin ger ku em hemû pişt hev bisekinin em dikarin li hemberî van zihniyetên qirêj têkoşînekê bimeşînin û azadiyê bi dest bixin wek Serok apo dibêje “Heya Jin Azad nebe, civak jî azad nabe.”
Endamê asayîşa jin a bi navê Ranya jî wiha berdewam kir;
“Navê min Ranya Yunis e, ez endamê Asayîşa Jin a herêma Cizirê me. Roja 8’ê Adarê despêkê li Rêber APO malbatên şehîdan û hevalê me yên ceperê şer de pîroz dikim. Ev roj ji bo hemû jinên berxwedêr rojekî giringe. Yanî mirov despêkî dikare behsê jinên Rojavayê Kurdistanê bike em berî şoreşê û piştî şoreşê çawa bûn, rastî jî berî şoreşê jin bin zilmê de bûn nikaribûn biaxivin fikira xwe bêjin lê niha ne wisa ye jin dikare hemû qadan de cih bigire, xwedî mafe, diaxive, fikir pêşdixe. Mirov nikare bêje Rojava de ev zîhniyet bi giştî tune bûye lê têkoşînek hember vê zîhniyeta qirêj tê meşandin.Di roja me ya îro de li her çar perçe Kurdistanê û hemû cîhanê de êrîşekî pir hov li dijî jinê heye jin pêwîste hember van êrîşan bibin yek û têkoşînê bilind bikin. di Rojavayê Kurdistanê de jin û jinên ciwan dikarin cihê xwe di nav refên YPJ û asayîş de bigirin têkoşînekî milê eskerî de bimeşînin an dikarin di nav saziyên din de têkoşîneke fikrî, siyasî bimeşînin, lê pêwîste tu jin di malê xwe de nesekine û hember van tundî û êrîşan bêdeng nemîne.”
Herî dawî endamê asayîşa jin a bi navê Talîn destnîşan kir ku pêwîste jin gavê despêkê ber bi azadiyê ve bavêje û wisa got;
“Navê min Talîn Resûl e, ez ji bajarê Qamişlo me. Ez wek endamê asayîşa Jin a herêma Cizirê despêkê 8’ê Adarêli Rêber Apo malbatên şehîdan û hemû jinên berxwedêr ve pîroz dikim.Di roja îro de li çar parçe Kurdistanê û dervayê welat êrîşêk pir hov li dijî jinê heye pêwîste jin hember êrîşan bê deng nemîne. Em wek asayîşa jin têkoşenekî hember vê zîhniyeta qirêj dimeşînin lê em dixwazin hemû jin bi me re bin kes bêdeng nemîne. Jinên Rojavayê Kurdistanê pêwîste di refên YPJ û asayîşê de cih bigirin û têkoşînê bimeşînin, jinên qadên din jî pêwîste di nav saziyêndin de cih bigirin, têkoşînê bilind bikin û ber bi azadiyê ve gav bavêjin.