BEHDİNAN – Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya xwe de Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan tekez kir ku divê 8’ê Adarê tevî hemû qedexe û zextan bi giyanê Garê Serkeftin were pêşwazîkirin.
Tevahiya daxuyaniya ku ji hêla Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan ve hatî dayîn wiha ye;
“Dİ SERÎ DE JİNÊN CİWAN Û HEMÛ JİNÊN CÎHANÊ RE
Di van demên dawî yê ku krîz û şerên aborî girantir bûne, şer dijwar bûne de pêvajoya kaosê de zerar gihîşt hemû beşên bindest û jin dîsa bedêla herî giran a vê pêvajoyê didin. Vê heyama ku bi pêvajoya korona dest pê kir û li pey hev dom kir, hemû qadên jiyanê yên jinan teng kirin, li malan da wan teng kir, ew jî bi xwe re sedan komkujî anî. Jinên ku ji ber nasnameyên xwe yên siyasî hatin qetilkirin, di zîndanan de hatin girtin, rastî tacîz û destavêtinê hatin û di temenê zarokatî de bi zewacan hatin mehkûm kirin …
Her serdemê de pêvajoyek têkoşînê ya xwesertîya xwe de şahid dibe. Çawa ku dewletên serdest ên faşîst, bi tepisandin, mêtîngerî, êşkence, dagirkirinê berdewam hewl didin ku gelan bişkînin, ew bi domdarî berxwedanek dîrokî di nav gelan de didin meşandin. Lê belê, di van berxwedanên dîrokî de, ku helwest û pêşengtiya jinan a di berxwedanan de, rewşek berbiçav heye.
Dîsa, em di pêvajoyek girîng re derbas dibin ku dê dîrokek wisa, dîrokê jî sererast bike. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, pêşengê gelên ku pergalek alternatîf û heta jiyan ji hemû gelan re û ya herî girîng jî jinan re pêşkêş dike, li dijî modernîteya kapîtalîst bi roj bi roj ji bo nehilweşe hewldan dide. Dewleta Tirk a faşist li dijî têkoşîna azadiyê têkoşînên bêkêr dimeşîne û her cûre tundî û qetlîam li ser gelan bikartîne, û di heman demê de tecrîda li dijî Rêber APO dijwartir kir xwest ku vîna me biceribîne.
Em dîsa di serdemek 8’ê Adarê de ne. Dîsa, tevî hemû zextan jî, dengê jinan li meydanan bilind dibe. Her çend mêtîngerê heye her gav di berxwedan jî hebe, hevdîtin û hembêzkirina pêvajoyên ku bûne sembola berxwedana jinan a ku ji me re wek mîrate maye, neçar e.
Roj ji her demê zêdetir roja berxwedan û serhildanê ye. Ji her demê zêdetir, roj roja berxwedana li dijî her cûre tundî, tûnd û tûjiyê, û qetlîamên jinan e. Li dijî her cûre tundiyê roja têkoşîn û berxwedana li hemberî dewletên faşist e. Dema ku pêvajo şahidiya berxwedanên bi pêşengiya jinan ji her alî ve dike, divê 8’ê Adarê bibe lûtkeya van berxwedanan. Ji ber vê sedemê, divê hemû jin, taybet jinên ciwan, tevî hemû qedexe û zextên li herêmên xwe, 8’ê Adarê îsal bi rihê serkeftina Garê pêşwazî bikin. Serhildanên herî bihêz divê li kolanan, li meydanan, li qadên çalakiyê werin eşkere kirin. Em wekî rêxistina Komalên Jinên Ciwan, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li hemû jinên kedkar pîroz dikin. Ji bo ku em bi keda jinan cîhanek çêtir biafirînin, em bi rihê Garê ve bang li dikin ku bi rihê serkeftina berxwedana xwe ber bi serkeftina mutleq ve bibe û azadiyê misoger bike. Li dijî rejimên faşîst, berxwedanên ku tenê bi vîna jinan radibin dê serkeftin bin, serkeftin wê teqez ya jinan be!
BIJÎ BERXWEDANA JİNAN
BIJÎ RİHÊ BERXWEDANA 8’Ê ADARÊ”