NAVENDA NÛÇEYAN – Bi boneya 8’ê Adarê Roja jinên kedkar ên cîhanê xwendevanên tenduristiyê daxuyaniyek dan.
Daxûyanî bi boneya 8 ê Adarê Roja jinên kedkar yên cihanî ,rojek ji bo geşkirina tekoşîn û berwedanê ye, ji bo wekhevî , demokrasî , azadiya jinan azadiya gelên bindeste li seranserî kurdistanê û tevahiya cihanê, ji ber vê yekê bi rêxistinkirina refên jinan û avakirina sîstemeke demokratîk, em hewil didin ku armancên hemû pêşengên tekoşîna tevgerên azadiya jinan pêkbînin.
“Bi salan jin li her qadè tekoşîna azadiyê didin meşandin li ser hemû astan , çi siyasî dibe ,çi felsefî dibe ,awlehî û xweparastin û tenduristiyê dibe.
Ji kargeha tekstîlê li newyorkê di sala 1857 an de tekoşîna jinan li dijî şert û mercên nebaş û zehmet yên desthildaran dest pêkir û heya roja me ya îro dengê jiné ji bona azadiyê hertim bilind bûye û tekoşîna li hemberî desthiladaran dewam dike ,berxwedanî li seranserî cîhanê û ji çiyayên kurdistanê ve heya berxwedana jinên kobanî ,Efrîn ,Serê kaniyê û Girê sipî ku di vir de berxwedaniyek bê hempa li dijî kapîtalîzim ,feodalîzim û zilmê kirin ,jinê bi hemû hêz û îradeya xwe tekoşîn ûberxwedanî da meşandin .
Bi boneya 8 ê adarê ,roja jinên cîhanî divê em li hemberî hemû polîtîkeyèn ku banga şer dikin û piştgiriya wê dikin serî hildin ,lewra jî erka hemû jinên cîhanî û tevgerên jinane ku li hemberî zihniyeta baviksalarî tekoşînê bidin meşandin ,bi vê rengî em wateyeke rast didin vê cejnê .
Azadiya jinan ne xewn û xeyal e, azadiya jinê rastiyeke emê helbet bi têkoşîn û berxwedaniyê bighînin wê.
Ji ber vê yekê pêwîste ku hemû jinên cîhanê, jinên têkoşer piştgiriyê bidin sîstema demoqratîk û felsefeya rêberê navnetewî Abdullah Ocelan yê ku piştgiriyê dide jinan û ji bo azadiya wan dixebite û têkoşînê bi salan dide meşandin.
Her wiha pêwîste em jî weke jinên tenduristvan li her derê û di her demê de li kêleka her jineke bindest bin û em têkoşîna xwe bilind bikin.
Xwedî derketina têkoşîna jinên azad, xwedî derketina civakê ye, xwedî derkerina xwezayê ye, xwedî derketina jiyanê ye.
Bijî 8’ê Adarê
Bijî Serok Apo”