Mîna her derê li gelek navendan jî jin li Başûrê Kurdistanê daketin qadan û 8’ê Adarê pîroz kirin.
HELEBÇE
Li navçeya Kelar endamên Komeleya Afretên Kurdistan ya ser bi Hizba Komunîst, bi boneya 8’ê Adarê şîrînahî li ser jinan belavkir.
8’ê Adarê roja Jinan a Cîhanê, bi çalakiyên cûrbecûr tê pîroz kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî jin bi çalakiyên cûrbecûr 8’ê Adarê pîroz dikin.
Bi vê boneyê endamên Komeleya Afretên Kurdistan ya ser bi Hizba Komunîst, belavok û şîrînahî li ser jinên karker belavkir.
JINAN ŞITIL ÇANDIN
Bi boneya 8’ê Adarê jinan li ber derê zanîngeha Helebceyê, şitlên daran çandin. Jinan diyar kir ku kesên tundûtujiyê dikin tên berdan, ji ber wê jî tundûtujî zêde dibe.
Bi vê boneyê endamên jin yên Rêxistina Nu ya ji bo Parastina Jîngeh û Mafê Jinan, li ber derê zanîngeha Helebceyê şitlên daran çandin.
Jinan beriya dar çandinê daxuyaniyek xwendin û gotin; “Tundûtujiya hemberî jinan û binpêkirinên eşkere yên mafê mirovan zêde bûye. Bi awayek eşkere tundûtujî tê kirin, ji ber ku ceza nadin kesên sucdar, tundûtujiya ser jinan jî zêde dibe.”
ŞENGAL
Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bi sedan jinên Şengalê berê xwe dan Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê ku pîrozbahî lê tê lidarxistin.
Şahiya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê organîzekirin, saet di 13.00’an de li ketina Geliyê Kersê heta cihê pîrozbahiyê bi meşekê destpê kir.
Piştî meşa ku bênavber dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin, bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dom kir.
Piştî rêzgirtinê li ser navê sazî û rêxistinên jinan daxuyanî hatine xwendin û peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.
Piştî peyam û axaftinan wê koma Hêviyên Jinên Şengalê, Koma Şano, Koma Govendê û komên cuda derkevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin.
KOYÊ
Bi boneya 8’ê Adarê beşa Fakûlteya Zanistî ya Civakî a zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re, derbarê yasayên taybet ên derbarê jinan de panelek pêşkêşkir.
Li beşa Fakûlteya Zanistî ya Civakî a zanîngeha Koyeyê, bi Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman û Yekîtiya Jinan a Kurdistanê re panelek derbarê jinan de hate dayîn.
Destpêkê serokê Zanîngeha Koyeyê Dr. Welîd Mehmud axivî û behsa rola jinan ya di xebat û têkoşînê de kir. Mehmud got; “Xebata jinên Rojavayê Kurdistan ya li hemberî çeteyên DAÎŞ, bûye sembola parastinê. Şehîdan vê xebat û têkoşînê ji bo ku jin bibin xwedî maf kirin.”
Dr. Seyfedîn Mihemed jî axivî û behsa astengên li ber yasayên Herêma Kurdistanê kir. Seyfedîn da zanîn ku heya radeyek yasa girîngî daye jinan, lê pirsgirêk bicihkirine.
Endama Yekîtiya Jinên Herêma Kurdistanê Fênik Şefîq jî li ser armanca panelê ji Rojnews re axivî. Fênik destpêkî got ku divê yasayên taybet girêdayî jinan, werin sererast kirin û wiha pêde çû; “Li gorî daneyan, di sala borî de 35 jin hatine kuştin, 38 jinan xwe kuştine û 67 jinan jî xwe şewitandine. Herwiha hear û 370 gilî hatine kirin.”
Endama Desteya Bilind ya Kar û Barê Xaniman Dilxwaz Ebdula jî got; “Komek sedem hene ku jin nekaribin weke pêwîst di saziyan de bibin xwedî biryar û rêveberiyê bikin. Sedema herî sereke jî, çanda civakê û zilamsalariye. Sîstema siyasî jî sedemek din ya paşguhxistina jinane.”
ÇEMÇEMAL
Li navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û rizgarkirina Çemçemal ya ji rejîma Baasê, ji aliyê Rêveberiya Huner û Rewşenbîrî ya Çemçemalê ve şahiyek hate lidarxistin.
Di merasîmê de tevî serokê Desteya Walitiya Silêmaniyê û berpirsên herêma Çemçemal, gelek welatî jî amadebûn. Herwiha pêşangehek şêwekarî jî hate vekirin.
Hunermend Aware Kerkûkî ku tevlî pîrozbahiyê bû, 8’ê Adarê li hemû jinên Kurd pîroz kir. Hunermend Hikmet Hindê jî got ku jinên Kurd weke zilamên Kurd, tevlî xebatê bûne û îro jin li Kurdistanê mamosta, endezyarin. Divê rêz li jinan were girtin.
KELAR
Li navçeya Kelar ya ser bi Germiyan, Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna dijî Tundûtujiya dijî Jinan ya li Germiyan, bi boneya 8’ê Adarê panelek sazkir.
Berpirsa Sentera Pane, Viyan Sabir di panelê de axivî û destpêkê behsa tundûtujiya ser jinan kir. Viyan Sabir got; “Sedema tundûtujiya ser jinan, zewaca bi zorê, destdirêjiya derûnî û êrişên zayendîne. Ev sedemane jî metirsiyên mezinin ji bo jinan.”
Mamosta Kerîm Medhet jî di panelê de axivî û da zanîn ku tundûtujiya di malbatê de, dibe sedem ku ji derve jî tundûtujî dewam bike. Li gorî Kerîm di malbatê de tundûtujî ji bapîr, bav û derbazî kuran dibe û vê jî weke çavlêkirinê pênasekir. Kerîm got; “Yên berê çikiribûn, ciwanên vê serdemê jî heman titş dikin. Ev jî dibe sedema zêdebûna tundûtujiyê. Zarok di malê de li bavê xwe temaşe dike, bav çawa danûstandinê bike, zarok jî dema pêş heman tişt dike. Em dibînin mamosta çawa cûdahiyê dixe nava keç û xortan. Zêdetir alîgirên zilamin, ev jî dibe sedem ku cûdakarî derkeve holê. Perwerdekirina ne tendurist yek ji sedemên din ên zêdebûna tundûtujiyê ye.”
Di heman panelê de Dr. İdrîs Mihemed jî nêrîna xwe anî ziman û got; “Ji bo çareseriya pirsgirêkê, erkek mezin dikeve ser ragihandinê. Ji bo vê pêwîste bernameyên taybet û sîstemek taybet di televziyonan de hebe. Mamostayên olî jî dikarin bi rêya peyamên xwe civakê hişyar bikin û metirsiya ser zêdebûna tundûtujiyê belav bikin. Divê rêxistinên jinan û aliyên siyasî jî peyamên hişyariyê belav bikin.”