QAMIŞLO: Jinên Ciwan û Jinên bajarê Qamişlo bi coş û kelecanekî mezin 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin. Jinan pîrozbahiya xwe li hola Seyran a taxa Qenat El- Siwês ya bajarê Qamişlo li dar xisitin. Jinan di nava şahiyê de dirûşmeyên ku jin, tekoşîn, berxwedanê bi hevdu re pênase dike û ji bo Serokatiya xwe anîn ziman û her govendên serkeftinê girtin. Piştî axavtinan komên hunerê berhemên xwe pêşkêş kirin.
Me jî wek Ajansa Nûçe Ciwan mîkrofon dirêjê Jinên Ciwan kir û derheqê rojê de hest û ramanên wan pirsî.
Jina Ciwan ya bi navê Yasmîn wiha got:
“Navê min Yasmîn.Ez wek jinek ,roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet li Rêberê Reberan, Serokatî Serok Apo pîroz dikim. Bi rastî 8’ê Adarê ,rojek pir taybet û rojek pir cûda ye ji hemû jinan re. Yanî Jin di vê rojê de bi rastî Azad e û yanî tiştek xweşe kû Jin dikari be vê rojek pîroz de bi xwe şa bibin.”
Jina Ciwan Dela jî wiha got:
“Navê min Delal e. Ji bajarê qamişlo me. Ez cejna jinê tevahî jinên cîhanê pîroz dikim. Bi taybet vê roja pîroz ,Serok Apo pîroz dikim. Hemû şehîdê cîhanê û banga me ji hemû jina re kû tevlî vê coşê bibin. Bi rastî ev jî rojek e pîroz e. Em dixwazin kû hemû tevlî vê rojê bibin.”
Jina Ciwan Hebûnê jî got ku:
” Wek îro em dizanin îro 8’ê Adarê ,cejna jinê cîhanê bi giştî ye . Em jî wek jinên Ciwan ,em tevlê vê şahîyê bûn e. Em cejna jinên cîhanê, despêkê li Rêber Apo, jinê cîhanê pîroz dikin.”
Koma Botana girêdayî çand û hunera bajarê Qamişlo çend stranên şoreşgerî vegotin. Koma Sakîne ya jinan a bajarê Qamişlo stranên xwe yên ku piştgiriya berxwedana jin dikin anîn ziman. Koma Pale ya çand û hunera bajarê Qamişlo jî stranên şoreşgerî pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Mizgîn Mehmûd ji gundê Girbawî ya girêdayî kantona Hesekê stranên xwe yên filklorî vegot. Şahî bi gerandina govendê û siloganên bi dawî bû.