NAVENDA NÛÇEYAN – Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan li Lavrio, Yewnanîstan ji bo şehîdên Garê bîranînek hate lidarxistin. Di bîranînê de, ji bo şehîdan mÛm hatin pêxistin, alên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên PKK hatindaliqandin.
Di merasîma ku ji bo bîranîna şehîdên Garê hat li dar xistin de bi dehan jinên ciwan û ciwan amade bûn. Greva birçîbûnê û gel eleqeyek mezin nîşanî merasîmê dan. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir, bi axaftinên axaftvanan dom kir.
Welat Mêrdînê ku li ser navê TCŞ’ê axivî ku di derheqê armanca êrişa Garê de wiha got:
“Erişa Garê ya ku pêk hat ne tenê ji bo tasfiyekirina leşker, polîs û endamên MiT’ê yên ji hêla gerîlayên azadiyê ve hatine girtin bû. Dewleta Tirk û artêşa Tirk a dagirker ji Garê reviya. ”
Li dû axaftinên qiseker, sînevîzyona ji bo şehîdên Garê hatî çêkirin hate temaşekirin. Merasîm bi dirûşmên “Bijî Berxwedana Garê”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.