Dirbêsiyê – Dema malbata zarokê bi navê Adil Ebdulezîz hewl dida di navbera gundên Îbrahîmiyê û Feqîra yên girêdayî navçeya Zirganê re derbasî Tirkiyê bibin gule li wan hat barandin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ev bûyer beriya du rojan pêk hatiye ku zarokê bi navê Adil Ebdulezîz (11) bi guleyan hatiye kuştin.
Malbata zarokê kuştî ji gundê Xezna yê navçeya Zirganê ye û bi 5 km ji sînorên Sûriyê û Tirkiyê dûr e.