NAVENDA NÛÇEYAN – Li Geliyê Cehenimê ya navçeya Kerboranê cenazeyê gêrîlayên YJA Star û HPG’ê Bêrîvan Dogan (Binevş Zîlan), Meryem Çelebî (Arjîn Mêrdîn) û Medenî Oguz (Rêber Firat) ên ku di şerê roja 22’ê Cotmeha 2020’an a ji aliyên dewleta Tirk a dagirker ve bi êrîşa hewayî şehîd ketîn ji aliyê malbatên wan ve hatin girtin.
Piştî testa DNA ya her 3 gêrîlayan ji bo girtina cenazeyan malbatên wan di saetên sibehê de çûn Mêrdînê. Malbatan piştî saet 17.00’an cenazeyên şehîdan ji Goristana Bêkesan girtin.
Malbatên ku cenazeyê xwe girtin, berê xwe dan warê xwe. Hate diyarkirin ku wê cenazeyê Bêrîvan Dogan li navçeya Bismil a Amedê, cenazeyê Meryem Çelebî li navçeya Îdîl a Şirnexê û yê Medenî Oguz jî li Êlihê bispêrin axê.