Em ber bi gir ve diçûn. Ji ber ku min dizanibû wê hevalê Serdar çi bibêje. Hevalê Serdar “Heval min tu pir bi xwe re westand, min li vir bihêle û xwe bigihîne hevalan” Li ser vê yekê min mijara birîndariyê guharte. Ha kêmek ma, vaye heval li vî çeperên pêş in. Li ser vê yekê hevalê Serdar serê xwe rakir û temaşe kir. Piştî ku çavên wî bi hevalan ket, bişirîneke nerm bi ser rûyê wî de hat. Vê yekê jî kêmekî êşa birîna wî pê da jibîrkirin.
Belê.. Bi qasî çil gavek mabû ku em xwe bigihînin hevalan. Min bang kir. Piştî çavên hevalan bi me ket yekser hevalekî xwe ji çeperê avêt û ber bi me ve beziya û piştî bi çend gavan xwe gihande me û pirsa me kir. Ew heval hevalê Qendîl bû. Ew bixwe ji başûrê mezin bû. Ew ji herêma Garê ji gundê Kafya bû. Hevalekî li ser xwe bû û ev çend sal bû di nav gerîla de bû. Ew fermandarê mangê bû. Di zarokatiya xwe de gelek di zirûfên zehmet de jiyan kiribû. Êşên gelê başûrê mezin, gelê me yê di Engal û Helepçeyê kişandibû. Wî jî tevgera PKK’ê weke xelasiya gelê kurd dîtibû. Ev du sal bû di nava yekîneya bi tevger de cî digirt. Ji aliyekî din ve rengekî cuda dida yekîneya me.
Piştî ku hevalê Qendîl li birîna hevalê Serdar nihêrt;
– Hevalê Erdal, ka çeka hevalê Serdar bigire, ez ê wî bidim pişta xwe, da ku em zû biçin.
Min vê carê ji hevalê Serdar re got, qe nebe vê carê çeka xwe bide. Zêde serhişkî neke. Jixwe em gihîştin hevalan, kêmek ma. Min çeka wî ya Hungarî ji dest wî girt. Hevalê Qendîl jî ew da pişta xwe, heçkû dayîkeke penaber kurê wê li pişta wê be. Ewqasî dîmeneke xemgîn bû. Bi vî halî, me xwe gihande cihê hevalan. Piştî ku em gihîştin hevalan, hevala Nûjîn bi bez hate cem me.
Hevala Nûjîn keçike pir delal bû. Rûyê wê girover û bi parçeyek şûtikeke leşkerî porê xwe yê xelek girê dabû. Bejna wê tijî bû, lê dema ku tevdigeriya gelek sivik bû. Bi xwe ji Şirnexê ji gundê Xirbikê Bestê bû. Gundê wan jî li kêleka Mêrgumara herêma Bestayê bû. Ew jî pir ji kevn de tevlî refên gerîla bûbû. Herî dawî jî ji Dibistana Navendî ya Partiyê li Sûriyê, ji seha serokatiyê hatibû. Mirov hêza wê ya ku ji cem serokatî girtibû, di her nêzîkbûn û tevgerên wê de didît. Erka wê fermandara taximê bû. Di dibistana navendî de, di ewlekariya serokatî de peywir girtibû. Dema hatibû jî pir bi hêvî hatibû û li ser daxwaza xwe derbasî Eyaleta Botanê bûbû.
Dema hevala Nûjîn gihîşte me, bêyî ku tu tatêlek çêbike bi xwînsarî pirsa rewşa heyî kir û got;
– Ma birîna heval giran e?
– Na na heval, zêde giran nîn e, lê pêwîst dike ku em hevalê Serdar ji vir dûr bixînin.
– Temam e heval. Jixwe em rewşê ji nêz ve dişopînin. Rewş her ku diçe giran dibe. Pêwîst e hindekî em hişyar bin. Bila hevalê Serdar bêhna xwe veke. Em ê wî derbasî milê pişt bikin. Ew der ewle ye. Lewra em hindekî destê xwe sivik bikin. Çi dibe, çi nabe. Her kêlî dibe ku giraniya şer bikeve ser vê derê. Loma bi lez birîna heval baş girê bidin. Ez ê vegerim çeperê nav hevalan. Ez li wir bim wê baştir be. Temam e. Hevalê Qendîl û hevalê Erdal, piştî ku we heval bir milê din, vegerin vir. Em ê çeperê xwe û ji nû ve sererastkirina peywirên xwe ji ber çavan re derbas bikin. Hadê çavên min, lez bikin!
Hevala Nûjîn, bi gotina xwe ya “hadê çavên min” weke bayekê ji cem me çû. Gotinên hevala Nûjîn gelek bandor li me kiribû. Cara yekem bû ku min didît hevalek keç wisa xwezayî nêzîk dibû. Bi taybetî di rewşeke wisa ku tev şer û hemû dengê teqîn û vizeviza fîşekan.
Belê, heta niha hemû hişyarî teqîn û qîran, lê gotinên Nûjîn rewşeke şer û rastiya şer. Heta niha pêvojoya ku me jiyan kir, hemû tevzînokên sar bi ser laşê min de diçûn û dihatin. Perdeyên dilê min ev du roj bû weke pêlên deryayê geh bilind dibûn geh nizm dibûn. Me mirin bi çavên xwe dît, di nava mirin û jiyanê de me sêkerat kirin. Lê nebû qismet em bibin mêvanê axa sar a dayîmî. Gotinên hevala Nûjîn gelek ji van hestên qerisî avêtin aliyekê. Ne tenê gotinên wê, sekna wê jî tev de yê fermandareke jin a serwext bû. Di hundirê min de baweriyeke mezin da çêkirin….
Erdal Dêrik