LAVRIO – Serhildana 12’ê Adarê, ku li Qamîşlo dest pê kir û gihîşt Kobanê, Efrîn, Şam û Helebê, veguherî serhildana ku hemû gelê Rojava.
Bi minasebeta 17’mîn salvegera Serhildana 12’ê Adarê, ku di 2004’an de li Qamîşlo dest pê kir, li gelek deveran bîranîn û daxuyanî pêk tên.
Bîranînek din li Lavrio, Yewnanîstanê pêk hat. Greva birçîbûnê û gel beşdarî bîranîna ku di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Ciwan de li kampa Lavrio pêk hat bûn. Di bîranînê de, ku gel eleqeyek mezin nîşan da, bi nivîsandina “QAMISLO-12” ji êgir bal hat kişand.