ŞEHBA – Xwendekarên Rojava 12’ê Adarê ji bîr nakin. Ciwanên Zanîngehê a Şehbayê bi wesîleya salvegera 12’ê Adarê daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku li ser navê Tevgera Xwendekarên Demokratîk a li Sûrî ji aliyê endama Ciwanan Evîn Cinciq ve hat xwendin.
Di daxuyaniya ku Evîn Cinciq xwend de ciwanan wiha got:
“Em wek Tevgera Xwendekarên Demoqratîk di salvegera 12’ê Adarê a Qamişloyê Ji aliyê Rejîma Faşîst ve hat pêkanîn û li hember 36 Şehîdên vê Serhildanê bejna xwe ditewînin.
Wek tê zanîn ev buyer di navbera 2 tîman de pêk hat lê rejîma şovenîst xwest ku vêya di navbera gelê Ereb û Kurd de bixe kînekî.”
Herî dawî ciwanan daxuyaniyê de diyar kir ku ewên li ser şopa şehîdan bimeşin û xeyalen wan pêk bînin. Daxuyanî bi duruşmen “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.