STUTTGART – Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), ku piştî hikûmeta Iraqê 24 saet dem da Asayişa Şengalê ku ji bajêr derkeve, li dijî van gefan çalakîyên xwe didomînin.
Çalakiya di çarçoveya pêngava “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na – Bi hev re serhildan” hatî lidarxistin, seat 20:00’an li Konîgstrasseya Stûttgartê destpê kir. Ciwanên bi pankarta bi nivîsa “Bijî berxwedana Şengalê” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek lidar xistîn, bi berzkirina dirûşmeyan berxwedana Şengalê silav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku wê destûr nedin tu êrîşek li dijî Şengalê were kirin û dan zanîn ku heta gefa qetlîamê li ser Şengalê bi dawî nebe wê li qadan bin.
Çalakiya ku nêzî nîv seatê dom kirî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.