DRESDEN – Aktîvîstên ciwan ên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dresden ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Ocalan çalakiyek pêk anîn.
Ciwan danê êvarê li hev civiyan û pankarta bi wêneyê Rêber Ocalan û bi almanî gotina “Freiheit Für Öcalan” li pireke li navenda bajêr daliqandin.
Çalakiya ciwanên di çalakiyê de dûmana rengîn bikar anin ji aliyê gel ve gelek bal kişand.