MINBIÇ – Mîhrîcan bi boneya salvegera damezirandina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, li stada bajêr tê lidarxistin. Bi dehan şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nûnerên Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî mîhrîcanê bûne.
Cihê mîhrîcanê bi alên Ciwanên Şoreşger, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û pankartên “Bila ala serkeftinê ya jinên azad bilind bibe”, “Me bi ciwantî dest pê kir û em ê bi ciwantî bi ser bikevin”, “Azadiya jinan, azadiya civakê ye” hatiye xemilandin.
Tê payîn ku di mîhrîcanê de gelek pêşandanên werzîşê, hunerî û stranên gelêrî bên pêşkêşkirin. Di dawiya mîhrîcanê de dê tîmên beşdar werin xelatkirin.