NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Ciwan û Werzîşê yê herêma Şehbayê, ji bo bîranîna serhildana 12 Adarê meşek lidar xist.
Meş bi tevlîbûna bi dehan endamên yekîtiya werzîşê û ciwan û jinên ciwan ji destpêka navçeya Babinis destpê kir û ber bi stada Babinis ya Fotbolê ve meşiyan.
Piştî ku meş gihişt stadê, li ser navê yekîtiya werzîşê daxuyanî hate xwendin. Di daxwyaniyê de
bi navê yekitiya werzîşê yê herêma Efrînê hat gotin ku, em bajna xwe li hemberî şehîdên serhildana Qamişlo ditewînin.
Her wiha berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Şoreşa Rojava ku hemû pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn û bi saya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) gelek destkeftî bi dest xistin, û ev jî berdewama Serhildana 12`ê Adarê ye.