MARSÎLYA – Di encama hevdîtina di navbera Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Xweser a Şengalê di 11’ê Adarê de, hikûmeta Iraqê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) di nav 24 saetan de ji Şengalê derkeve.
Aktîvîstên TCŞ’ê li dijî vê daxuyaniya bêhurmet li herêma Saint Joseph a Marsîlya bi protestoyek pêk anî.
Ciwan danê êvarê li hev civiyan û demekê rê girtin, dûmanek rengîn û pankarta ku bi Kurdî û Fransî “Bijî Berxwedana Şengale” nivîsandî hilgirtin. Çalakiya ku bi qasî 15 deqeyan dom kir, bi dirûşmeyan bi dawî bû.